144
2014.12.06 22:00
bdullah Kaya, ku heta niha me ew ji vegotinên wî yên serkeftî yên bi zimanê tirkî nas dikir, vê carê bi “zimanê malê” - kurdî derdikeve pêşberî me: Sêsilê! Sêsilê, berhemeke wisa ye ku ji nav şêniyên civakekê derdikeve û dirûv digire. Her weha hewldaneke vegera li ser hîmên xwe ye ku piştî nivîsandina bi zimanê bişaftinê, nivîsandina bi zimanê dayikê ye. Bi wate û şîrîniya “zimanê dayikê”, vegotineke şîrîn e ku bingeha xwe ji dengbêjî û ji çanda neteweyî werdigire.