80
2014.12.09 18:52
Kişik, novela Stefan Zweig, ya ku wî di navbera salên 1938 û 1941'an de, di henga rêwîtiya wî ya li Brazîlê de nivîsiye, berhema wî ya herî dawî û herî navdar e. Di vê novelê de, çend lehengên balkêş hene, ku nivîskar dixwaze bi van qerekteran cîhana dema xwe û peywendiyên polîtîk raxe ber çavan. Ji ber ku em bi zanyariyên der barê jiyana nivîskêr bi xwe de dizanin ku ew monarşiyê diparêze, ji şer hez nake û li hemberî şer hewildaneke wî ya pasîf heye. Hê wê demê ji bo Ewrûpayê yekîtiyê dixwaze. Ev bîr û baweriyên wî hemû di kesayetên leheng û honaka berhemên wî de eşkere ne.
1. nave setrenç bi kurdî kişik e ,kişik lîstikeka stratejik e.. şeş cure kevir kişikêda hene.. şah,vezîr,fîl.hesp.qela, pepuk.. 16 kevire spi alîkîye,16 kevire reş âlîkîye tevhev 32 kevir (leşker) pi kişik tê lîstinê... |
|
2. kişikê da wextê aliyek kevirê aliyê din dixwaze dibêje "kiş here" , di nav cûreyên kevirên kişikê da herî zêde wezî dikare kiş bide, wezîr her alî da dikare kiş bide... |
|
4. 1-peyak,piyon, piyade, 2-ferz wezîr, 3-rex keleh, 4-fîl, 5-hesp, 6-şah |
|
5. Wextekî , min bi birayê xwe ra li malê da kişik dileyîst. |
|
7. Qezaya Miksê ya wanê bi kishikkerên xwe ve meshhûr e, lê nizanim rastiyeke vê meshhûriyê heye an her nav li ser e.. |
|
8. li ba me navê xwarine ki ye. |
|
10. Şetrenc/satranc. Lîstika ku bi qadeke ji 64 çargoşeyên du reng pêk tê ve tête lîstin.Bi 2şah, 2wezîr, 4hesp, 4fîl, 4keleh û 16 pîyon bi timamî bi 32 keviran tê lîstin. Lîstikeke taktîkî û stratejîke. Her wiha weke lîstika mîr û padşahan jî navdar e. Lîstik di beyteke mela de wilo derbas dibe: |
|
11. Navê berhemeke (bnr: stefan zweig) e. Berhemeke psîkolojîk e, kurt lê pir tesîrdar e . Ne şaşbim lîsê ew çap kiriye. |
|
12. sedrenc an jî kişik, yek ji berhemên navdar yên Stefan Zweig e ku li Brezîlyayê dema mişextîya xwe de nivîsîye.
çapa wê ya ewil 250 heb û di sala 1942yan de ji Buenos Aires derketîye; wergera wê ya ingilîzî di sala 1944an de li New York'ê hatîye weşandin. Kişik, li Elmanyayê ji 1.200.000î bêhtir hatîye firotin.
ev berhema hêja ji alîyê min salih badilî ji bo kurdî berî çend sala hate wergerandin, ji weşanxaneya lîsê çap bû. hûn dikarin ji malpera pirtukakurdi.com'ê bikirin: Here lînkê
mijara pirtûkê:
spoilerê veke
|
|
13. Ev lîstik cara yekem 4 hezar sal berê li ser pîramîtên misrê hatine dîtin.piştî zayînê di sedsalên 2-3 yan de li hîndîstanê bi awayê "çaturanga" hatiye bi nav kirin. Paşê ev lîstik derbasî îran û nav ereba bûye. Ji ereba jî li ser endulusê derbasî spanya û ji wir jî li temamê ewropa berbelav bûye. Niha li ser vê lîstikê pêşbirkên navnetewî tên saz kirin. Şampiyonê herî dawî lîstikvanê ji danîmarqa magnus karlsen bû. Ev lîstik awha ye: Lîstik li ser textekî 8x8 deq tête lîstin. Ev deq nîvî spî bîvî reş e. Her ref yek spî yek reş didome.hejmara kevira 32, cureyên wan 6 in. Kelhe, fîl, hesp, wezîr, şah, pîyade(piyon) . Armanca lîstikê xwarina şah e. Her cureyê kevir li gor xwe dilive. Kelhe, rast dere û dixwe. Fîl çeprast dere û dixwe.hesp li gor tîpa l ya 2x3 dere û dixwe. Wezîr bi hemû aliya de dere û dixwe . Piyade cara yekem yek an ji du gava dikare pêş de here lê wekî din yek bi yek pêş de dere û çeprast dixwe. Paşdeçûna wî jî tûne. Dema here xeta herî dawî ya dijberê xwe dikare bibe hemû cureyê kevira. Şah bi her alî de gavek dikare here û heke piştî kevir xware ewjî dê neyê xwarin, dikare ji hemû aliya de bixwe.û dema şah bikeve binê xeteriyê heya şah nekeve ewlehiyê kevirek din nayê lîstin. Nîşe: yekî qet vê lîstikê nizanibe ez bawer nakim ji vê rave kirina min fêm bike lê dîsa jî min nivîsî. Ji bo yekî qet nizanibe rêzikên wê fêr bibe, divê çend cara bi yekî zane re bilîze. |
|
14. ji bo sêwirandin û vegotina maçekê xweş û bi hêcan lê temaşe bikin a ku di navbera lîstikvanên Maxime Vachier-Lagrave û Hikaru Nakamurayî de ye:
(şîrovekar hêcana maçê zêdetir dike)
vîdyoyê veke
|
|
15. Pirtûka dawîn ya Stefan Zweig e. tenê 3-4 meh piştî vê pirtûkê nivîskar, tevî jina xwe, întîhar kiriye. loma dawîya pirtûkê hinekî jî bi vê biryara wî ya xwekuştinê ve tê girêdan.
wek roman hatine danasîn lê pirtûkek zirav e; tenê 78 rûpel. him ji ber wê him jî ji ber herikbarîya mijarê, zûzûka tê xwendin. min jî wisa kir. min jê hez kir lê belê qîmetek zêde jî nedaye. dibe ku hinek alegorî tê de hebin ku min nekaribe kfş bikim lê bi qasê min hinekî li serê lêkolînê kir jî, tiştek zêde ku ji ber çavê min wenda bûyî, nedît.
spoilerê veke
|
|
16. Yek ji pirtûka Stefan Zweig e, ku wek mîna avê te bi derbekê de mirov xelas dike, jixwe piraniyê berhemên wî wisa ye ku zimanê wî herikbar e. Ger ne şaş bim berî niha 3 sala min xwendibû, ji ber kinbûna çîrokên wî û di rojekê te tên xelas kirin, di hişê min de nemaye jî. |
|