196
2014.12.08 21:03
Lorî lorî Cembeliyê mino lorî Tu bi xêr û xweş î hatî welatê Hekaryan zozanên jorî. Îhsan Colemêrgî, bi strana Cembeliyê Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narîn, me dibe heyamên berê, demen winda; li ´welatê Hekariyan´ digerîne, dibe bin konê Mîr Yezdan û zozanên koçeratê. Stranekê dike çîrokeke hezar û şevekê, çîrokeke ku bi sedan salane em jê fedakarî, hezkirin û merdiyê fêr bûne, çîrokeke lorînê ku em pê diketin xewê. “Cembelî” di sala 1992yan de nivîsand û kitêb di 1995an de li Swêdê di nav weşanên Apecê de çap bû. Weşanxanê pakêtek kitêb bi riya postê ji nivîskar re şandibû. Di postê de polîsan dest li ser kitêban danîn û li mahkemê di heqê nivîskar de ji ber ku “kitêbeke ku bi biryara Komîsyona Wezîran ketina wê ya Tirkiyê qedexe ye” dawe vekirin. Kitêb ji kurdî wergerandine tirkî, masrefa wergerê jî nivîskar da, di encamê de mahkemê biryar da ku kitêb “çîrokeke evînî û edebî” ye û di sala 1998an de nivîskar beraat kir.
1. Navê pirtûka Îhsan Colemêrgî ye. Pirtûk li ser çîroka Cembelî û Binevşê ye. Di pirtûkê de devoka Colemêrgê gelekî cih digire û peyvên li deverê dihên bikaranîn jî her wisa. Ji ber wê ez pir caran li ferhengê dinihêrim. Fahmkirina wê zehmet e lê dîsa jî xweş û xwe dide xwendin. |
|