72
2014.12.08 20:23
Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir: ‘Diyarbekir! Diyarbekir!’ Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû. Kurteçîrokên Dêrika Çiyayê Mazî ... Di kurteçîrokên Selahattin Bulut de zêde propagande, ajîtasyon û qelebalix tune ye, neketiye dahfika zimanê aktîvîstên sîyasî. Nivîskar hewl daye ku sînorên sîyasetê û zimanê edebiyatê ji hev cihê bike. Îfadeyên çêkirî û sûnî di pirtûkê de kêm in. ... Selahattîn Bulut bi vê berhema xwe ve her wisa jî hejmara nivîskarên kurd yan jî hejmara nivîskarên zimanekî qedexekirî zêde kir. Ew, wek nivîskar bi vê berhema xwe ve hêvîke mezin dide xwendevanan. Rohat Alakom, Nefel, 2006 Nefesek nû …Pirtûka Selahattin Bulut jî, yek ji wan pirtûkan bû ku dema min dest bi xwendina wê kir, heta dawiyê min berneda. … Bêyî mubalexe dikarim bibêjim ku her kurteçîrok ji ya din xweştir e. Kekê Seleh, kurteçîrokên xwe bi zimanekî wisa şahîk û herikbar nivîsandiye ku hew mirov dibîne ku çîroka dawî jî qediyaye. Bi bîr û baweriya min Selahattin Bulut … bi vê xebata xwe ya spehî, nefeseke nû li wêjeya Kurmancî zêde kiriye. Şêwaza ‘Çîroka Nûjen’ bi awayeke hosteyî û serkeftî hatiye pê. Wêje, estetîk bêyî ku serî li nepixandinan bê xistin baleberz e. Devoka Dêrikê ku devoka nivîskar e, cêjeke xweş daye tevahiya çîrokan. Salihê Kevirbirî, Nûbihar, hejmar: Çîrokên kedkarê pirtûkên kurdî … Kurteçîrokên di pirtûka ”Bihuşta Lal” de ne, ji aliyên estetîk, wêjeyî û taybetiyên çîrokî ve nûjen in. Yanî bi gotineka kurt û kurmancî kurteçîrokên Selahattîn Bulut bi şêweyeke nûjen li gor metoda çîrokên hevdem hatiye nivîsîn... Wî bi nivîsîna vê berhema xwe ya edebî li refên pirtûkxaneya kurdî pirtûkeke din zêde kir û baxçeyê edebiyata kurdî bi rengeke din xemiland. ... Lokman Polat
1. pirtûka selahattin bulutî ye. ji (bnr: weşanên avestayê) derketiye. sala 2006ê hatiye çapkirin, sala 2012ê jî çapa duyem derketiye. wêneyê bergê balkêş e. 72 rûpel e. li ser bergê nivîsîye: "Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir: ‘Diyarbekir! Diyarbekir!’ Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû. Here lînkê" ez ê dest bi xwendinê bikim û mijarê jî li vir parve bikim eger feraseta min û mêjiyê min têrî bike * |
|