160
2014.12.08 20:13
Folklora kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de, bêflik flaherser Memê Alan e. Memê Alan malê miletekî Ewropayî biwa Xwedê dizanê di heqê wê de heta niha çend cild kitêb dihatine nivîsandin. Me kurdan ewçend guh nedayê, ji flaîr û rêberê me ê mezin Ehmedê Xanî pê ve. Belê Xanî berî sê sed salî bi qîmeta vê destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Memê Alan kitêba xwe a mezin û abadîn Mem û Zîn anî wicûdê. Bi gotinên din Memê Alan bi navekî din bi nav kir û jê re Mem û Zîn got û ferqin xiste navbera çîrokiya xelkê û esera xwe. Ji xwe herwekî nas e, Xanî bi hênceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ko wî li nijad û qewmiyeta wî hiflyar bikit. Ji hingê ve ji 300 salî bêhtir wext di ser me ve çûne. Kesî guh neda Memê Alan, heta roja ko kurdîzanê hêja û bilindpaye Mr. Roger Lescot ew digel tercimeke fransizî gihande çapê. Celadet Alî Bedirxan
1. destana memê alan çiroka gelerî ya herî bedew û ya herî kevin ya kurdaye.versîyona ku roger lescot bi alîkarîya mîr celadet berhevkirîya ji weşanen avesta çap bûye. |
|
2. ji xwe ehmedê xanî ji destana memê alan îlham digire û mem û zîn dinivîse. |
|
3. bi van rêzên bi heybet dest pê dike. |
|
4. destaneke evÎnÎ a kurda ye. memÊ alan a roger lÊscot tomar kiriye Û ji aliyÊ avestayÊ ve va salÊn dawÎn hatiye çapkirin, ji ber ku avayek dengbÊjÎ Û qafÎyeyÎ ye ne herÎkbar e.lê çÎroka mem gelekÎ xweş hatiye hunandin. |
|
5. guhdar bikin fermo
vîdyoyê veke
|
|
6. destaneke hêja û delal e. gava min xwand tiştekî hîn bûn; di wêjeya kurdan de cîhê wêjeya fantastîk gelek girîng e. |
|
7. reşad sorgul bi dengê xweyê xweşik dixwîne û heval diljan lînka wî daye. bi rastî jî memê alan jibo me kurdan şaheserek e û divê em vî destanê jibo nifşê nû bidin nasandin. |
|
8. şanoya ku êdî li ser kanala pirtûkên dengî guhdarîkirina we pêkan e.
vîdyoyê veke
|
|