128
2014.12.06 18:10
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê daxwaza wî li pêş mîr Celadet Alî Bedirxan û li hafa seydayê erd û asiman Ahmedê Xanî min jî soz dayê ku ez li dawiya vê çîrokê van gotinan jî binivisînim û bibêjim: “Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimanê xwe î malê bimîne.” Herweha nîvê êşa lehengê xwe min jê girt, nîvê titûna qelûna wî ya dawîn min kişand, nîvê hêsirên wî min ji kaniyên çavên xwe rijandin, li nîvê textê wî yê razanê min cî da xwe, wê şevê nîvê balîva wî min serê xwe da ser û em bi hev re ketin xewê.
1. peyveke fransî ye.wateya vê peyv di wêjeye de gotine dawî ye.heman demê de pirtûka hesenê metê ye.evqas.... |
|
2. (bnr: darînê daryo) |
|
3. Êşa zimanekî. |
|
4. navê pirtûkeke hesenê metê ye.. epîlog di heman demê de ji kitêbê çîrokeke dirêj e ji sê beşan pêk tê. [spoiler: serlehengê çîrokê darînê daryo ye. darînê daryo li awropayê dijî. ji xwendinê hes dike lê tucar dawa nivîskariyê nake. rojekî birayê wî yê mezin ji welêt tê. jê dipirse bê ka te çend pirtûk lê kirin? derînê daryo dibêje hewesa min a nivîsandina pirtûkan nîn e, ji min nayê lê kekê wî hêrs dibe. dibêje gere tu pirtûkeke pirr stûr lêkî yan na dêûbavê min ji fediya nikaribin derkevin nav civakê felan. ] çîrokeke xweş e |
|