Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

destên vala

 lorin s. doğan

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 80

 çîrok

 2014.12.08 18:39

 simurg56

 Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir. Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat. Mijara leyistikên wan tenê şer bû… Destên vala yên ku li têhna destê bav digerin, hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn, bibin hêt… Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin, Mîrza bênavber dibêje: - Destê bavê min… Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!.. Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî, cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala… Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî, di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû, li destên vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin. Destên Vala" Dilên Tijî Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di pêvajoya nivîsê de, çi ye ew tişta ku dibe hest û diherike dilê nivîskêr, çi ye, ew tişta di hiş û ramanê de dibe xwediyê cî û war? Helbet gelek nivîskarên cîhanê, rewşenbîr û şahidê warê xwe ne. Wîjdanê welat û gelê xwe ne. Loma tê gotin ku nivîskar pênûsa xwe dirêjî zarokatiya xwe û/yan erdnîgariya xwe dike. Nivîskar Lorîn S. Doğan jî bi awayekî sirûştî wisa kiriye. Pênûsa xwe dirêjî nav zeviyên jiyanê yên ku dil û hiş ew nîşan kirine. Di berhema xwe ya duyem de, dilê xwe kiriye derwêş û derketiya rêwîtiya nav gund û bajarên welatê xwe ku bi têlên direhî, bi mayînên binaxê, bi nobedarên jehrê hatiye perçekirin, hatiye perçiqandin, hatiye xapandin û her wiha hatiye talankirin. “Destên Vala”* bi çavê zarokan li jiyanê dinihêre. Çavên xwe zîq li nav sînorên mayînkirî kutaye û awir ji dahatûya xwe dide. Bi şêwe û temaya xwe ji berhama berê wê, ji berhema yekem a bi navê “Kirasê Teng” gelekî ne dûr e. Di berhema yekem de jî, serpêhatiyên kes û malbatên kurd ên xizan û belengez bi pênûsa xwe hunandibû û pêşkêşî cîhana kurmanciyê kiribû. Çîroka “Destên Vala” ya ku navê xwe daye berhemê, ne tenê çîroka bûyereke ji rêzê, ne tenê nîşeyeke rojana ya di nav rûpelên salnameyan de cih digire ye. Belê çi ev çîroka navborî, çi çîrokên dî, serpêhatiya jihevbirîna dê û weledê xwe, jihevdûrxistina bav û zaroka xwe, her wiha çîroka pêvajoya jiyana gelekî bindest e ku di dîrokê de seranser bi her awayî hatiye kuştin e. Loma dibêjim, heke dest vala mabin, dil tije ne. Ev çîrok jî , ji wî dilê tije fûrîne nav vegotina çîroka nivîskêr. Bi şêweya xwe ya ji xwe bawer, bi hunandina xwe ya xweser, hêdî hêdî, lê bi gavîn pihêt dimeşe. Dema em zarok bûn, li Nisêbînê (li warê çîrokên ‘Destên Vala’, di mehên temmûz û tebaxê de, me zeviyên pembû tevrik (çapa) dikir. Min wekî ku di wê germê de, qurtek ava qerisî vexwar, bi carekê “Destên Vala” xwend. Em ê li benda berhemên nû yên nivîskara xwe bin ku her tim nêrînên me ronî, dilê me hênik be. Ismail Dindar, www.diyarname.com, 06.06.2012


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: