îro duh tevlîhev danegeh format caps radyo îstatîstîk
bîne bigere
bibe nivîskar têkeve
bibe nivîskar têkeve
di ferhengên turkcekurtcesozluk.com'ê de bigere

kurdên kemalîst


2813 / facebook / twitter / google+ /
  1. Piştî ku parlementera BDPê AYSEL TUĞLUK nameyek nivîsand Û kurdên neteweperest li cem kemalîstan şekayet kir ev mesele derket holê. lê aysel tuğluk kurd-perwer e yan kemalîst e?
    li gorî nezera min; mîna pirraniya parlementerên bdpê, ew jî kemalîst e. li gor wê û hemcinsên wê kemalîstên tirk ji neteweperestên kurd baştir in. lowma her tim diçin tifaqan digel tirkan çêdikin, ne bi kurdên din re...
    ew kemal ataturk mîna bavê xwe dibînin. at the same time, barzanî ji dijminê herî mezin Ê wan e.

  2. tirşikê çawa sÎstema xwe ji egesözlükê wergirtibe û paşê kiras û xiftanên kurdî yên gulgulÎ lê fesilandibe pkkê jî sîstema xwe ji kemalîzma qesas û qesabê kurdan û hemû reng û cudatiyên din ên li ser vê axê dijîn standiye û li gorî kîtleya xwe -kurdên xwelîser yên di bin zilm û setema nevîçîçirkên kemalÎstan de roj bi roj dimirin- vîtrÎn û vîzyona xwe biçekî kurdîfîke kiriye û malê kemalîstan difiroşe kurdên xwelîser.. tu tiştê ji bin daw û delingên vê partî/rêxistinê derdikeve min bi xwe şaş nake..

  3. Şeytan tenê bi henekên tolaz û doxînsistan dikene
    Ez ê vê pergala we yî hesûdî, nefret, kuştin, bedbextî û hovîtî jê difûre, li cihé xwe rûdinin dijî her kurda dikin kare beredayi u fikre bedalhewa

  4. yên ku tim pkkê û bdpê rexne dikin tim xewn û xeyalan dibînin. dibêJin qey wan gelek ji bo kurda xebat kirine û wek mîna kerê şamê ser kurdên belengaz dikin ziqînî. kîjan malperê dinerî ji xwe re quncikek girtine ji xeynî rexnekirinê tiştekî nakin êdî bes e!!!!! hûn ew qas kurdîhez in de derkevin holê derkevin serê çiyê em we jî mêze kin de kerem kin.

  5. ferqa wan û cehşikan nake.
    (bnr: qorîcî)

  6. ji xwe kurdîheziya kurdên kemalîst bi ÊrÎşkirina kurdên neteweperwer we destpÊ kir. herkes pir xweş dizane ku li ruhayê çi bû. gelek eşîrÊn neteweperwer yên ruhayÊ hebûn. digel ÊrîşÊn pkkÊ wan eşîran ji kurditiya xwe şerm kirin Û xwe avetin ber bextê tirkan. gunehÊ kurdên kemalîst ne tenÊ ew e, aniha li xarpetÊ, li meletiyÊ, li erzinganÊ piştgiriya grubÊn marksîst-lenînîst kirin Û Êriş birin ser kurdÊn sunni. ew bajar tev berÊ bajarÊn kurdan bûn, lê nuha... bi erişÊn kurdên kemalîst kurdÊn ne-kemalist kurdîtiya xwe veşartin.
    li meletiyê mêze kin, li xarpetê mêze kin... ew carnan jî waha dibêjin 'de derkevin holÊ, derkevin serÊ çiyan'... bira hûn 30 sal in li serê çiya ne, çi kara we bû ji kurdan re... we tenÊ astengiya me bilind kir...

  7. xwede derfetÊ mede destÊ kurden kemalist. ger wusa be ewÊ sıfte de ÊrÎşÊ bi kurdan bikin. jixwe derdÊ wana ne kurd in. di nav her 4 parçe kurdistan re tenÊ rewşa kurdistana iraq xweş e, ew dikin wÊ jÎ xirab bikin. mina ittifaqÊn dezi digel saddam we kiribun nuha ji ittifaqan bi diktatorÊn siriya Û tirkiya we dikin. ax wan kurden kemalist, wana çi hanin serÊ milletÊ kurd...

  8. jan Arslan sitranek çi xweş gotiye (fERazî) dîsa tembûre dixwazî ew qûna tazî AZADİ DİXWAZE Bİ Vİ ALEMA TEREZ AZADİ Lİ DERVEYE RİZGARİ Lİ DERVEYE

  9. DEMA BERé ÇEPé TİRKAN Lİ SER MİLLé KURDAN BAREK GİRAN BÛ NİHA Jİ KURDé aKPé Lİ SER KURDAN BÛYE BAR
    EV Çİ HALE REBBİ

  10. kurdên kemalist ku rêperê wan sayin başqan e...

  11. (bnr: weha buyurmiş kir sayin başqan )

  12. (bnr: bdp ) (bnr: pkk )

  13. yek por-direja bdp'yÊ wuha gotÎye: 'Kürt Ulus-devletini reddediyoruz' (bnr: sebahat tuncel ). tey, gÛ xwarino, de wusaye çima 30 sal În zarokÊn kurd dişinÎn mirine. herin li ser çonga dewleta tirk rÛ-nin.

    http://www.ilkehaber.com/haber/bdpli-sebahat-tuncel-barzani-amerikanci,-ulus-devleti-reddediyoruz-27450.htm

  14. kurdên ku ji kurdên akpî re bûye derd.
    kurdên akpî ên ku şerefa xwe firotine dewleta tirk, kurdên ku ji bo kurdan heta niha çi ji destê wan hatibe kirine wekî kemalîst binav dikin. ji ber van bêaqilan mirov dibêje yaw ev kemalîzm çi xweşik e .
    parlementerê ku dibêje em dewleta netewî axwazin dibe kemalîst. yaw serî de here hîn bibe ka kemalîzm çi ye paşê were mirovên ku tu nikarî bibî tiliya wan rexne bike.
    kero ma kemalîzm jî dijî dewletên netewî bû ? ma qet aqil bi te tune ye . hema tenê ji bo lavz biavêjî xelkê neaxivin hema hûn tenê xwe rizîl dikin . dewleta netewî nexwestin nayê wê wateyê ku kurd tu tiştî naxwazin. ger hûn nizanîn pêşî hewl bidin hîn bibin. hema ji quna xwe xeber nedin . kurd an jî bdp-pkk azadiya gelê kurd dixwaze û bo vê 30 sal e bi çek bê çek têkoşînê dike . lê dewleta netewe ê wekî dewleta tirk naxwaze . ev nayê wê wateyê ku kurd dewlet naxwazin. dema wext bê ew ê jî bibe . lê serî de hewceye kurdên şerefa xwe firotî akpê bêne ser rê ..

  15. kî ne gelo?

  16. ew camêr û cajin in ku radibin û rûdinin bi ser navê hemû kurdan diaxivin.. dibêjin em li dijî dewleteka neteweyî ne lê ji bo xurtkirina demokrasiya tirkiya ku dewleteke neteweyî ye û li ser îmha û înkara kurdan û kurdistanê ava bûyiye siyasetê dikin têdikoşin û berdêlan didin.. serokê hikûmeta herêma kurdistanê mesûd barzanî bi şirîkatiya bi emerîka û dewletên din ên emperyal tawanbar dikin.. muxalîfên kurd bi ajanî û xayîniyê tawanbar dikin.. kesên di trt şeş û kurdolojî û ajansa anadoluyê de dixebitin bi cehşiya çandî îtham dikin.. ew bi xwe jî nizanin çi dibêjin û çi dixwazin.. heta êvarî dibêjin demokrasî û azadî û îrade nizanim çi quzzê kerê lê guhê wan li ber dev û lêvên serokekî ye û îradeya xwe bi ser navê serokekî îpotek kirine.. serokekî ku ev nizanim çend sal e di giravekî de girtî ye û eger dijmin bixwaze dikare biaxive û bi parêzerên xwe û parlementerên padê re bide û bistîne.. wek meseleya brahîm pêxember.. yê zane zane brahîm pêxember rojekî diçe çi qas put û senemên di kebê de heyîn dişikîne yê mezin dihêle û bivirê xwe û sûncê xwe dike stûyê pûtê mezin de.. bavê wî azer û sempatîzanên ku bi serê lat û uzza sondan dixwin brahîm pêxember didin ber pirsê.. brahîm pêxember dibêje ma hûn nabînin bivir di stûyê mezinê wan de ye qey şer di navbera wan de derketiye û yê mezin zora hemûyan birriye.. sempatîzanên me dibêjin de wêde here! pîsê heram! tu ji me çêtir dizanî ku îradeya xwe pûtê feqîr nikare qûna xwe bişo û mêşa dayî ser xwe kiş bike wê çawa kitnemînê bixe di nav kebê de û fermana pûtên heval û hevrê û destbirakên xwe bîne? brahîm pêxember jî dibêje madem ku hûn dizanin feqîro nikare ji mêşa mêtinger re jî bêje kiş nexwe çima hûn baweriya xwe bi xwedayekî av çend kordûnde û dest-ava! tînin û hêviyan jê dikin.. tabî wekê hemû ratgoyan kumê brahîm pêxember jî xwar dikin û davêjin di nêv agir de lê xwudê bi hawara pêxemberê xwe ve diçe û dibêje ya narû kûnî berden we selamen ele îbrahîm.. filan..

  17. Sabahat Tuncel: Em dewleteka netewî naxwazin – Barzanî emerîkancî ye

    Sabahat Tuncel ji dewleta kurdî nefretê dike STENBOL,

    Parlamentera BDP-ê ya kemalîst û dijimina dewleteka neteweyî ya kurdan Sabahat Tuncelê di programa ”Aykiri sorular” ya CNN-Turkê de got ew wekî BDP li dijî dewleteka neteweyî ya kurdan in û got serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser xeta Emerîkayê ye û li dijî ”Rojava” hereket dike.

    Sabahat Tuncela ko bi ruh û fikr û xwîna xwe kemalîst û apocî ye di CNN-Turkê de dijminahiya xwe ya li hemberî dewleteka kurdî nîşan da û got:

    — Avahiya dewleta ko em xeyala wê dikin civakeka demokratîk e. Yanî şona ko dewleteka me hebe em terefdarên wê yekê ne ko demokrasiya me hebe.

    Paşê jî Sabahat Tuncelê di heqê siyaseta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî got:

    — Barzanî di meseleya siyaseta Rojhilata-nêvê de di paralela Tirkiyeyê de li ser xeta Emerîkayê ye. Barzanî li ser wê xetê [xeta Emerîkayê] ye. Ji aliyê siyasî ve li wî cepheyî ye.

    Sabahat Tuncelê got ne tenê dergehên Tirkiyeyê li rojavayê Kurdistanê girtîne û got Barzanî jî dergehên başûrê Kurdistanê li ser rojavayê Kurdistanê girtîne.

    Nejixwe ve BDP jî dixwaze tevlî ”konferansa neteweyî” ya li Hewlêrê bibe û biryarê li ser qedera miletê kurd bide. Mirov nizane ka kurd dê bi aqilê kesên wekî Sabahat Tuncelê xwe bigihînin kûderê û çi felaketan bi serê miletê kurd de bînin.

  18. baverge ey kelem şor ez dı peyvu gotını teda getım şübhı yani ir emdıbın veg hevi tu dıbı eşirati em dıbın yegiti tu dıbı cı nızanım dem dema yegitiyıye dem dema bıratiyı ye dem dema ne revogeyı avrupayı ye dem dema serxebun u azadiya tevahiya kurdaye

  19. Êdî bûye binavkirinek pir erzan. Hema bi herkesî ve tê danîtin. Bi rastî Ne mimkun e kurd bibin kemalîst. Ya kurdîtiya wan ya jî kemalîstîya wan derew e. Kesên ku vê binavkirinê dikin vê rastiyê dibînin û yekî tespît dikin.

  20. (bnr: kurdêN sekÛlerÎst)

kî zane? belkî ev jî bala te bikişînin !!

» kurdên ku ji pîlaqayên tirkan hez dikin
» kurdenkirsehire.com
» kurdên neteweperwer
» ji bo kurdên nû hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibin pêşniyarên nivîskarên tirşikê
» kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine

dawîn hatîn reydan

qivaro
behzat ç./#50671
rêzefîlma ku mesele ne polîsên tirka ye lê fikra ku tê de derdikeve bi pêş de ye. ew fikir jî bi wîc...
endazyar
emine ülker tarhan/#50673
Kemalîsta mezin e. Heviya kurdan e.ji chp îstîfa kiriye. Ez benda partiya wê yê nû ye. û divê di ...
brusk56
telefonên biaqil/#50644
tişta ku xel êdî çi pere destê wan de hebe ji bo wê xerc dike. yaw temam ên dewlemend bin ji xwe per...
mamoste
kawa nemir/#50496
vê derê bI asayî dIxwînê an na nIzanIm lê, JI zûde ye, em lI benda helbestên wî yên nû ne....
endazyar
facebooka kurdî/#50568
gere ku bibe kurdî(kurmancî), kurdî(kirmançkî/zazakî). eke ev qas bibe, pir baştirîn dibe....

ji-hev-ker

kurdên kemalîst

reklamokên beredayî