3. binêrin îja binêrin,debançeya ku di destpêka videoyê de zilam lêdet,qerebalixa rex û çarê xalê psarantonis civiyayî,kalemêrê gulpin li qelûna dixît,awirên wan ên hişk.Pîs in hûn oxlim pîs in.pîsên herimî,ka tifika hewe? hîç hej tirkan jî naken haa.çi xweş tête pêş çavêt min nehe şerê wan gel tirkên gîrîtê,haaa zelamek yewnan,pîs,tiff dikete erdi wexta pêrgî tirkekî tê,weke şerekûkek kurdê qrêj cakêta xwe pavêjîte erdi bêjît de vêca heke kurê babê xwe bî were şeri.meseleta (bnr: xainides) jî heye belê bila ew bo carke dî mînît. |
|
10.03.2014 00:30 |
gulgenim
|
1. herê herêêê xalê psarantonis,hema bêje hemî taybetmendiyên yewnanên çiyayî te peyda ne.ew çi kar kar e tu dikey, çi keserên kûr in , ew çi kerb e bê îman! Xalê me psarantonis niştecihê girava gîrîtê,şivanê çiyayê îdayê ye.xwudê jê razî,li gor riwayetên min ji hemşehriyê wî nîkos seh kiriye,ji biçûkahiya xwe heta nehe jî lyraya xwe lê dide û dibêje her dibêje..her ku videoyek wî temaşe dikem ji rih û simbilên wî,porê wî ê qij,berdaye ser milên xwe,ji xeber û dengê wî hema bêje porê min bixwe ber ba dibe li ber bayê ku ji çiyakên girava gîrîtê pa re li ser behra spî de dol dibît pel pel..Mala minê! |
|
09.03.2014 23:11 |
gulgenim
|