Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ponijîn] de;

3. min hefteya borî pirtûka bi navê ponijîn a rênas jiyan xwende
wek min di entrya xwe ya duyê de jî hinek behs kiribû ji gelek cerîbinan pêk tê, behsa gelek mijarên cur bi cur kirine..

di derbarê pirtûkê de dikarim van yekan bêjim; ji xeynî beşa ceribînên wêjeyê pirtûkeke kêrnehatî ye, bila dilê xwe li min negire, bi pirranî ji ceribînên ku wexta hêrsbûnê de hatine nivîsandin pê ve ne tiştekî dî ne, ne hêja ye ku meriv nivîsar û gotarên ku di eyara qunciknivîsên rojnameyan de ne li hev bîne û wek kitêb çap bike.

em êdî hatine sedsala bîst û yekemîn, ne hewce ye meriv hestên tundûtuj bike hevok û dûre bike kitêb, nexasim meriv şairekî wekî rênas jiyan be, navê wî bixwe azametek e lê bi vê pirtûka kêrnehatî û basît hesreta helbestkaran qunde kiriye..



30.12.2016 14:06 ~14:10 | ferhenga şikestî

2. navê pirtûka nû ya rênas jiyan e
bi lewna ceribînê hatiye nivîsîn ango ceribandin
pirtûk vê salê di meha tebaxê de ji nav weşanên belkîyê derçûye
ji 144 rûpelan pêk têt û bi qasî 60 heb ceribînên di derheqê wêjeyî, felsefî, civakî, aborî û politîka û psikilojiyê de he ne..
ser xêrê be..



20.12.2016 11:03 | ferhenga şikestî

1. fikirîna kur, tefekkur..
li ser tiştekî hizrandina bi hûrgûlî..



20.12.2016 10:58 | ferhenga şikestî