Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevokên xweşik ên pirtûkan] de;

1. ''havîn bû. yara min î ku min û wê bi dehê caran di kadînan de hevdû diguvaşt, dabûne mêr. dabûna dereke dûr ku min nema karîbû di xewnan de jî biçimê. dilê min dişewitî, şikestîbû û weke rûnê li ber tavika wê havînê heliyabû û bi ser zinarên sebr û aramiya min de herikî bû. êdî dilê min î heliyayî ji bazîdê sar bûbû, min dixwest biçim deverekê ku dilê min wekê teyrikê ji avê derketibe xwe ji işqê daweşîne.''



ji mîrnameya jan dost/ rûpel 97



09.01.2016 14:19 | ferhenga şikestî