Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîrname] de;

19. pirtûka bijartî ya koma xwendinÊ ya tirşikê ya meha adarê bû.

Sêyemîn romana jan dost e
cawar ewil hewce ye em hindek qala zimanÊ romanê bikin. wek tê zanîn jan dost ji rojavayê kurdistanê ye. ez bi dilekî aram dikarim bêjim ji bakûrnebûna jan dostî, xwendina romanê bi lezzettir û çêjtir kiriye. çimkî meriv ji romanê bêhna zimanê tirkî nagire ji ber ku mêjiyê jan dost ji tirkî berrî ye. lihevanîna hevokan û hunandina çîrokê û stûna romanê mişt bi kurmanciya gewr e ku meriv ji xwendinê têr nabe. jan bixwe helbestvan e û bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye. ji romanê bêhna nivîsîneke şairane difûriya û ev yek romanê gelek herikbar kiribû. meriv bêî ku eciz bibe xwe daqulî romanê dike. jan bixwe bi zimanê farisî û erebî dizane. eger em nasnameya wî ya helbestvaniyê jî li rex zanîna zimanên kurdî, farisî û erebî jî deynîn em dikarin bêjin ew bi rehetî li ser berhem û felsefeya şairê nemir ahmedê xanî ve bûye. yanê li ser xanî edilîye û kemilîye.
wek ku min amaje kiribû jan dost ji rojavayî ye di bin tesîra tirkî de nemaye. lê tevî avantaja vê yekê, dezavantajek jî heye ku di romanê de gelek peyvên erebî hene. tabê meriv vê rewşê heta qederekê kare tolare bike. çimkî di romanê de zeman û mekan hama bêje çar sed sal berî niha ye û li derûdora seydayekî medreseyê çerx dibe. ahmedê xanî şairekî kurd e û tevî şaîriya xwe alimekî dînê îslamê ye. ji ber vê yekê eger zimanê romanê xwerû bi kurdî bûya nakokî û eletewşîyekê dê rû bida.

eger em behsa naveroka romanê bikin: bi kurt û kurmancî roman behsa jiyana ahmedê xanî dike lê ev ne bi tenê romaneke otobiyografîk e. bi rêya karekterên cuda (21 heb karekterên cuda hene di romanê de) behsa ahmedê xanî tê kirin. 21 karekter jî bi awayekî ji awayan nas, dost, heval, feqî, neyar...hwd ên ahmedê xanî ne. ji vir de û wêde bi ahmedê xanî re bi awayekî têkilî û peywendiyeke wan çêbûye. her yek karekter ji hevudu pirr ciyawaz in. yên dilpak jî hene, yên zikrej jî hene û yên flû jî hene.
jan dost di vê teknîkê de bi fikra min gelek serkeftî ye, yanê ji heqê barê xwe hatiye. hemî karekter bi bîr, bawerî, felsefa û berjewendiya xwe qal û behsa xanî kirine. eger ew kes dijberî xanî be bi dijminane behsa xanî kiriye, eger dost be bi dostane behsa xanî kiriye. min gelek hej ji vê teknîkê kir. bi 21 pencereyên cuda meriv derbarê xanî de liqayî şîrove, vegotin û tehlîlan tê.

divê ez bêjim ku her çend jan dost ji devê karekterên xwe rexneyên xwe li civata kurdan bar kiribin jî bi ya min rexneyên romanê gelek rojane ne. yanî ez dibêjim qey jan bi rêya ahmedê xanî rexne li civata kurdan a vê serdemê aniye. loma em dikarin bêjin li romanê fikr û ramanên şexsî yên jan dost serdest e.
di romanê de jan dost bi rêya hindek karekteran bi tîrên xwe yên rexneyê mîr, mele û rewşenbîran hingaftiye. ew hemî rexne îro ro bêtir rewşa civaka me ya îroyîn destnîşan dike.

ezê ji we re hinekî behsa çend karekteran bikim( bi giştî 21 karekter hene ji ber pirrbûna karekteran nikarim hemîyan yeko yeko binivîsim. ez naşêm zêde spoiler têde hebe)
şengê: dildar û hezkiriya xanî ye. bavê wê bazirgan e. pirr hej ji pereyan dike loma dema ku seh dike ku xanî û şengê hevudu hez dikin û xanî jî ya dilê xwe dibêje demildest şengê dide kalemêrekî 60 salî.

hecî zuhdiyê bazirgan: bavê şengê ye, çendîn qedr û qîmeta xanî girtibe jî ji ber îş û emelên xanî naxwaze qîza xwe bide xanî, jina wî jê re dibêje em qîza xwe bidin xanî çimkî ew yekî qenc e lê bazirgan lê dizivire û dibêje; ''qencî ew e ku di bêrîkan de xuya bike. qenciya rast çingîniya florî û aqçeyan û dînar û diravan e ne xiştexişta kaxezan û sîrkesîrka qeleman li ser wan e.'' bazirgan bi vê gotina xwe hincet û bahaneya firotina qîza xwe ji me re eşkere dike. sed mixabin ev rewşa karaset hê jî li kar e. eger mirov di vê sedsalê de rasyonel bifikire bazirgan zêde jî neheq nîn e. çimkî wek heyam û sedsalên berê, di vê serdemê de jî pîvana 'hurmetbûyîn' û 'qedirbilinbûnê' pere, mal û milk û statu ye. di dinyê de nexasim di civatên wek civata kurdan de hemî dêûbav dixwazin keç û lawên wan jiyaneke têr î zengîn bijîn. lê li kurdistanê her gav (îroj ro di gelek gundan de hê jî wisa ye) hebûn û xweyîkirina qîzan wek bar dihat hesibandin. eger mirov krîtîkeke sosyolojik bike; kurd her cotkar û gundî bûn, yanê berê li bajaran nifûsa kurdan kêm bû, kurd bi pirranî xwe li gund û zozanan girtibûn, debara xelkê bi pirranî li ser ajotina erd û zeviyan û xwedîkirina ajal û heywanan bû. ji ber çend egerên dî yên girêdayî vê rewşê pirrbûna lawan hem ji ailyê zêdebûna karker û cotkaran hem jî ji aliyê zêdebûn û xurtbûna malbat û eşîretê ve avantajek bû. malbat bi firotina keçikên xwe yanê li ser qelenê keçikan pereyeke baş bi dest dixist. mixabin keçik ne wek ferdeke malbêt lê bes wek bidestxistina zîv û zêran dihat dîtin.

şêx seyfeddînê cubbeşîn: biya min giringtîrîn karekterê romanê ye. çimkî ew eynika civata kurdan e. dema meriv li axaftin û kesayeta wî dinêre meriv têderdixe bê ka binyada civata kurdan çima her sist bûye. jan dost bi Rêya cubbeşîn feraseta alim, seyda, melayên kurdan berpêş kiriye. cubbeşîn alimekî sexte ye, dijberî xanî ye. ji peyama quranê, ji dîn û îmanê fêm nake, ziman nizane, lê xwe wek alimekî ji ser aliman hesab dike. bi qewlê wî ''min çu kitêb nexwendiye'' lê salê bihezeran mirîdên wî ji çarmedora kurdistanê tên tekiyeya wî.
ew heyranokê romîyan e, li gorî wî kurd nikarin serî li osmaniya rakin û bibin xwedan dewlet! ev yek xeyelak e, bi tenê dîn û berredayîyên dera hanê karin xeyala wê bikin. kurd encaq dikarin bibin neferên dewleta osmaniyan û ji bo sancaqa padîşaha osmaniyan xwîna xelkê birijînin. çimkî romî efendî ne lê ew xulam, derîyê bihuştê encaq wisa li ber kurdan dê vebe. cubbeşîn bi çi qasî dişibe mela, alim, seyda û sîyasetmedarên vê heyamê newsa? li gorî cubbeşîn divê xanî dest ji kurdî û nivîsandina helbestan berde û bi fetwa û qewîtî û şiretên xwe berê kurdan bide şer û cîhada romîyan. mixabin em hêj ji ber fetwa û şîretên serkêşên vî rengî serdestiya tirkan di bin sîwana 'biratiya ummedê' û aniha jî 'biratiya gelan' qebul dikin.

recebê terzî û xalidê çolaq: her du jî di artêşa osmaniyan de erkdar bûne, receb çûye li stenbolê. ji aliyê jinekê hatiye xapandin û dûre ji bo pere û destketî û xenîmetan li gel artêşa osmanîyan şerê 'gawiran' kiriye. xalid jî hemalek e lê ji ber ku here bihuştê li gel artêşa osmanîyan li dijî eceman tevlî şerê rewanê bûye. di şerî de bûye birakuj û ew jî birîndar bûye. yanî yek jê ji bo pereyan bûye kujer, yek jê ji bo derîyê cinnetê lê vebe bûye birakuj!
di şerê ecem û romiyan de her gav kurd jî hebûn li her du alî jî kurd hebûn, yanî kurd ji ber her du dewletên xwînmij xwîna xwe rijandine, ma îro jî ne wisa ye?. di şerî de çolaq yekî dikuje û dure hevalê wî tê û hawar dike piştî hawara wî ya ''way heme birakem way heme birakem! jînim le paş mergit heram bÊ'' fêm dike ku kurd e. ew sehneya dilsoj heta hetayî ji bîra wî naçe. ma birakujî ji bîra kê diçe)


bi vî şiklî 21 karekter hene. ez naxwazim yeko yeko hemî karekteran binivîsim. çimkî ez hem westîyam hem jî naşêm bi spoileran meraqa we bikujim.

wek encam: ahmedê xanî dixwaze ji mîr re nameyek binivîse, têde gelek şîret hene lê ew name nagêhîje mîr. jan dost bi zimanekî herikbar, têrkurmancî, dewlemend, fêmbar û şairane bi rêya xanî behsa hemî nakokîyên civata kurdan rapêş kiriye ku ew nakokî hê jî hene; birakujî, sîxurî, şerê navxweyî, şellafî, qebulkirina serdestiya romî û eceman, guhpênedana zarê kurmancî, têkiliyên jin û mêran, meleyên sexte yên malîkşewitî... hwd



01.03.2020 02:36 ~02:39 | ferhenga şikestî

7. ji nava romanan ve yek jê hêjatirîn romana kurmancî ye

bi awayekî sembolîk -ku ji karekterên cuda- behsa ahmedê xanî tê kirin..

ahmedê xanî dil dike ku nameyekê ji mîrî re bişîne lê nagihîje mîraza xwe û jiyana xwe ji dest dide

ya rastî jan dost di vê romanê de dil kiriye ku behsa nakokiyên di navbera rewşenbîr û desthilatdariyê de lidar e bîne zimên..

zimanê pirtûkê gelek edebî û herikbar e



26.02.2015 20:55 | ferhenga şikestî

5. pirtûka jan dost e ku min sê sal berê kirîbû, min go ha îro ha sibe lê sê sal temam qediye min hê jî venekiriye, dest pê nekiriye, ez nizanim dermana vê teraliya me heye yan na?



17.09.2014 20:40 | ferhenga şikestî