Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ibrahim halil baran] de;

164. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



17.12.2019 21:26 ~21:27 | ferhenga şikestî

137. (bnr: formata tirşikê)

(bnr: nivîskarên ku hê jî hînî formatê nebûne)

fehenga şikestî ne parêzerê tu kesî ye, ji nîqaşên siyasî jî qerixî ye, bi xwe de nabîne bi zaroyên doyîn re bikeve nava gengeşiyên berredayî..



edît: min di peyama xwe ya jor de, di mîsala ewil de rexne li îhb'yî kiribû..

(bnr: asta têgihîştina kurmancî ya nivîskarên tirşikê)



09.04.2016 13:28 ~13:32 | ferhenga şikestî

134. Eyara devê wî tune ye..

Lê rexneyên li dijî wî ji bê'eyarbûna devê wî jî xirabtir in..

Mîsal; camêr nirxandineke dike digihîje encamekê, birêketina Destpêka wî şaş e. Tu eleqeya bavê mahir çayan bi vê mijara me ve tune ye tu çima bavê miriyekî tevlî meseleyê dikî?

Mîsal; rexneya dijî wî, tu eleqeya serokbûna wî û ya Demirtaş bi hev ve tune ye..

Baş lê hûr bin, di her du mînakan de jî tu cudahî nîn e..



09.04.2016 00:27 ~00:28 | ferhenga şikestî

128. carekê, me rû bi rû jî hevudu dît û qederekî em pênç deh deqe axifîn..

mirovekî baş e. di jiyana rastîn de ne wekî li ser medyayê xwîntehl e, sempatîk e.

dixwaze tiştan bike ji lew kurdekî bê dewlet e lê...

nabe aga nabe ma bi zor e? bi şeref nabe! bi xwudê nabe! nebiyê nûh jî ji gorê rabe nabe nabe!

rêbaza te û rastiya me li hev nakin aga nakin na+kin!

bi ya min dev jê berde tu westiyayî bi karê edebiyat û huner û dîrokê re mijûl be valle bille baştir e, bes te emrê xwe yê xweşik û ciwaniya xwe kirin jehr nebû, qeder, qebul bike, qeder...



08.11.2015 22:58 ~22:59 | ferhenga şikestî

123. ji vir çar meh berê me li amedê hev dît û qederekî em axifîn, çendîn li ser medyayê emelên xwe bi tirkî bike jî, di jiyana xwe de bi temamî bi kurmancî emela dike, kurmanciya wî gelek fesih bû, ez heyirîbûm beravajiya kurmancînivîsiya xwe, xweş diaxife



02.09.2015 23:17 | ferhenga şikestî


97. gotiye ku ez tim tirşikê dişopînim..

baş e..

çend gazinc û pirsên min hene..

egerên wî yên nenivîsandina kurdî, sedemên maqul in lê di heman demê de xeternak e jî. dema ez bala xwe didim kurdên tirkîaxêf, têdigihîjim ku hama bêje sedemên wan yek in û dibêjin piştî ku kurdistan rizgar bû em ê dest bi kurdî bikin, e baş e, ma zimanê kurdî qeyd û zîncîr e? çima welatê mêriv azad nebe mariv nikare fêrî vî zimanî be û hemî emelên xwe yên dinyewî bi vî zimanî bike?

di warê ragihandin û têkiliyê de mafdar e, dema ku meriv bi kurdî kar û xebatên xwe bike ji bela kesadbûnê armanca mêriv naçe serî, yanê meriv nagîhîje muşterîyên potensiyel ên kurd, lê ev jî he ye; ji ber ku herkes bi vî aqilî jiyana xwe dîzayn dike, lewma jî kes qûna xwe ji erdê ranake. yanê sedem maqul e lê encamên wê xeterî ne..

edît: sererast



03.05.2015 22:33 ~22:35 | ferhenga şikestî

88. zêde zêde utopîst e..

mesela qala realîteya kurdistanê dike lê di qalkirina xwe de jî dikeve xewn û xeyalan..

di warê dirokê de heta ku jê tê mafdar e lê ji rastiya civata xwe bê hay û xeber e.

dibêje heke hûn bixwazin herin nostaljiyê, herin li amedê kurdî bipeyivin. tê bêjî qey emelên xwe rojê bîst û çar saet bi kurdî dike. di warê etîmolojiya kurdî de carinan nimûne û mînakan pêşkeş dike lê hê rêziman û rastnivîsa kurdî nizane..

dibêje divê rê li ber rexneyê neyê girtin lê dema tu wî rexne dikî mirûzê xwe tirş dike û te bi korfêmî îtham dike. yanê çi? yanê dema ez rexne bikim dibim asofireh lê dema hûn rêxne bikin hûn dibin mejîzingar, ma bavê min te xêr e? te vê xweşbazariyê ji kû kirî?

çi dibe bila bibe heta ku zimanê tirkî li xwe qedexe neke êdî ezê nema ji samîmiyeta wî bawer bim.

tê bîra min careke ji caran pê re ketim nîqaşekê, min go tu behsa nirxên netewbûnê dikî lê wek mînaka qîza meleyî tu bixwe hay jê nîn î, ev çi îş e? go niza têkilî, ragihandin falan û bêvan, yanê xwest bêje ku dema bi kurdî dibêjim reaksiyon nagirim. pekî çi ye ew reaksiyon birê min! di ser tevn û tora medyaya sanal de, hefûhêşt û galegalên bêwate..

neyse min dîsa dirêj kir



12.04.2015 14:03 ~14:05 | ferhenga şikestî

57. carinan li ser etîmolojiya kurmancî li ser hin peyvan nivîsên ecêb dinivîse di navbera kurmancî û îngîlîzî de eger tîpek jî bişibe hevudu dibêje aha! ji heman kokê tên:-) min çend car jê re pirsa çavkaniyê kir tew bersiv jî neda



01.03.2014 23:24 | ferhenga şikestî

51. bi qasî ku ez dizanim zimanê tirkî xwendiye lê vêca tirkî û sosyolojî? çi eleqe yanî? min têdernexist tu dixwazî hezar heb pirtûk bixwîne lê tu wê beşê nexwînî tu nikarî di zankoyê de ders bidî. cihekî din jî na, amerîka! seyr û ecêb halla halla



18.02.2014 22:01 | ferhenga şikestî

48. di fikr û ramanên wî de pirsgirêk tune ye, ya rastî uslûb û şêwaza wî wek zarokên pazdeh salî ye. min vîdeoya wî deh deqe tenê darî kir ji ber ku pirr amatorane ye lê tu jê bipirsî weka ku atomê parçe bike û were behsa serkeftiya xwe bike axifiye



18.02.2014 21:15 | ferhenga şikestî

41. heyranê şexsê xwe ye. weka ku xwedê jê re ayet bişîne û ew jî were qesîdîyê xwedê bike dipeyive..

mariv dibê qey yekem û yekan otorîte ew e û gihîştiye nîrvanayê bi mejiyêk mezin banga vî gelî dike lê em ehmeq in û ji wî fêm nakin..



06.02.2014 17:59 | ferhenga şikestî

37. camêr ger ku bi kurdî binivîsiya ewqas popûler nedibûn. . ez qurbana popûlîzmê bibim..



01.02.2014 23:44 | ferhenga şikestî

26. kesê ku ji ser sibê heta êvarê li ser feysbûkê ji çar aliyê dinyayê rexneyan diberîne bi pirrani di rexneyên xwe de mafdar e lê ji ber ku ew bixwe zimanê serdestê xwe dinivîse dikeve nakokiyê û bi qasî ku rexne dike ewqas jî rexne digire. carinan ji spiyê re dibêje reş carinan jî dibêje na spî! di ramanên wî de nakokî gelek in lê ew rewş bo na hemû Kurdan derbasdar e ez dikarim bibêjim daxwazên wê bi pirranî daxwazên hemû Kurdan e belam çi qas reel çi qas xeyal nizanim. .



30.11.2013 13:11 | ferhenga şikestî