Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin] de;

6. ew jî ne şêweyeke fikirînê ye, rasterast xeyîdokiyê ye..

ji bela ku tirşik platformeke azad e û bi formata xwe rê û rêbazên xwe eşkere kiriye divê cara ewil mariv li ser vê fêhmê were tirşikê. mebest û armanca tirşikê bi tenê felsefe nîn e ku ez rabim herim û wekî feslefeyekê bêjim de aha! ev jî şêwaza min e, hûn azad difikirin lê ez ne wisa me, qeyd û bendên min hene lewma diherim ..

kî diçe bila here, ne ev gotina min wan dike nezan ne jî min dike nezan.

ev bi tenê aso û feraseta marivî nîşan dide û hew



29.03.2015 18:30 | ferhenga şikestî

4. nivîskarên ku ji ber vê sedama pûç tirşikê diterikînin ez qurban hama bila deqeyekê jî nesekinin, ji ber ku tu xêr ji mirovên wehareng nayê, ne xêra wan ji wan heye ne jî xêra wan dê bo me hebe..

di vir de azadiyeke bêserûber heye bêî ku heqeretê bikî dikare qla her tiştî bikî, heta ji te tê rexneyên bêîman jî bike, tîrên xwe yên tûj biavêje li ber sînga me! lê dema tu heqeret bikî, biwayekî jixweberê heqeretê jî meşrû dikî yanê ez werim hem heqeret bikim hem jî wê kes heqeretî min neke! ne wisa? ma bi tenê tu biaqil î? çima destên me axê difirikîne? ger rexne bikî helbet dê rexneyê jî bigrî, gef li kesinan bixwî helbet kesinan jî dê gef li te bixwin, ger behsa teoriyekê bikî, helbet dê 'yên din' jî teoriyên xwe bêjin, ger di derheqê dîrokê de zanînên xwe bireşînî helbest kesên din jî zanînên xwe li ber zanînên te bireşînin. ev qad qadeke wilo ye.

heta niha kes ji bo kesî negotiye bicehime ji vir û kes jî ji hebûna kesekî eciz nebûye. tabê yên bi rastî jî kemilî û têgihîştî ne



29.03.2015 18:13 | ferhenga şikestî