Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwê dan] de;

1. yek ji taybetmendîya bîyolojîk ya curê mirovê ye ku fonksîyonek bikêr dihewîne.



hin heywan, wek xezal, nedikare ku xwê bide. ji ber vê yekî ye ku dema bezîn/bazdanê ew ê nekarin bêhna xwe bidin. ya wiha, gava ku mirovên berê nêçîrvanî-komkerî dikirin, ew agahî ji bo wan bi maneya berdest kirina heywanan pirr girîng bû. lewra, çaxa ko nêçîrvanên berê, digel komekî nêçîrvanan, pey xezalan diketin, ew pêy heywanan wisan zêde bazdidan ku dikirin heywan biweste û ya wiha jî raweste. heke heywan ranediweste, ji ber ku nedikare di heman demê de him bazda him jî bêhna xwe bide, wê bêguman bimira. ji xwe herdu şert û merc jî ji bo girtina heywanan kêrê nêçîrvanên dihat.



bi kurtasî, ji ber ku mirov dikare xwê bide, bêyi betilîn, wê herwiha dikare zêde bazde jî. ji ber vê, ji bo girtina heywanan, xwê dan taybetmendîyek hêja bû.



08.06.2014 13:56 | ervah.azad