Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cinorek] de;

69. nivîskarê ku divê qet nebe kêrî tiştekê were û derbarê mijara têgehên avahîsaziyê de carinan hin tiştan binivîse* kuro ka ji bo çi te avahîsazî xwend?



18.10.2016 12:23 ~12:23 | nazim tolhildan

64. /77168

nivîskarê ku di vê peyama xwe de ji parlementerên hdp'ê re gotiye "fahişe". erê hevalo, bila min tu nas nekiriba, ew jî tiştek bû. qet nebe min ê bigota camêr kurdan, kurdîtiyê û kurdîstanê diparêze. lê mixabin ez te baş nas dikim, tu ji min re ne dûrî. bila ev durûtiya te jî ji min re bibe kul û derd.



09.10.2015 11:57 | nazim tolhildan

61. nivîskarek ji nivîskarên divê bi şiva terr li wan were xistin e.



17.06.2015 13:58 | nazim tolhildan

50. nivîskarê ku ji ber reaksiyona min, ev peyama xwe altan tan/63742 serast kiriye. bi sêrî de di wê peyamê de bona hdp'ê digot hundred percent partiya gû. lê niha ew îbarê jêbiriyê.



erê hevalo, dema ku tu xwe bawer nakî wê demê çima dinivîsî. na eger xwe bawer dikî wê demê çima pişta nivîsa xwe nasekinî. na eger te ferq kir ku tu şaşî û ji ber wê tê nivîsa xwe jêbir, wê demê şaşiya xwe wek camêran qebûl bike.



04.04.2015 17:07 | nazim tolhildan

49. nivîskarêkî dema ku peyamên wî dixwînim dibêjim qey pkk'ê tişteke "nebaş" aniye serê wî û dike nake ji bîr nake.



04.04.2015 16:24 | nazim tolhildan

34. wey cinorekê min, bavo, birayo, hevalo tu li ser çavên min, li ser serê min hatî. bi rastî, bê te ti tehma tirşikê tuneye. endezar jî tê de kes nikare cîhê te bigre* welehî êdî tirşikê xweştir be.



di derheqa ev (bnr:nazim tolhildan/34877) peyama te de jî ez dikarim vê yekê bêjim: "di alîyê siyasetê de ti aşiqên min tuneye. ji ber ku ez siyasetê nizanim ku hin kesan ji xwe aşiq bikim. lê di alîyê keçan de aşiqê min zêde ne. eger tu bixwazî ez dikarim çend heba ji te re bişînim.* *



14.04.2014 17:44 | nazim tolhildan

31. nivîskarê ku min destûr stand û peyama li jorê nivîsand. ger aciz be ez dikarim bi lêz peyama xwe jê bibim.

ji bo gêjan: (bnr: destûr standin), (bnr: izin almak), (bnr: getting permission)



12.03.2014 11:50 | nazim tolhildan

29. nivîskarê ku min jê re, dewsa vê peyamê, peyameke din nivîsîbû û ew peyam hindik maye ku bibe aforoz bûna min. bi rastî minê peyama xwe, di panela bikarhênerê de jê re tenê bişanda û niqaşên me yên di navbera me de bima. lê min kir nekir ew peyama minê dirêj neçû. xuyaye ku di tirşikê de şandina peyamên di panela bikarhênerê de pirsgirêkên teknîkî hene. dûv re min destûr jê xwest ku ez di bin sernivîsa cinorek de binivîsim. cinorek jî ji min re got "pirsgirêk tuneye, tu dikarî di bin sernivîsa min de binivîsî". jixwe, dûv wê peyama min re, cinorek dilxweşîya xwe jî ji min re diyar kir. ji ber ku min tiştên nebaş nenivîsî. binêrin, min di dawîyê de ew payama min ê cirorek lê aciz nebû, lê mixabin hûn aciz bûn, min jê bir. êdî dilê we rihet bû.



12.03.2014 10:15 | nazim tolhildan

28. nivîskarê ku ez çiroka wî nizanim e. lê ew çiroka min dizane, kesê ku vê peyamê dixwîne, tu jî dizanî, yê din jî dizanê. ker û kor û lal jî tê de, hemû mirovahî çiroka min û çiroka mîlyonan kurd û kurdistanê dizanê. ji ber ku tu çiroka min dizanî, tu nikari min aciz bikî. yê ku jîyana xwe ya rastî da nikare kurdîtîya xwe biparêze, bila di înternetê de, ji min re niqaşan neke. ger tu min carekê biêşînî, ezê te du cara biêşînim. ger tu tiştên ji min re pîroz in, di nav tilîyên xwe de wek leyîstokan bilîzî, her dem ezê bersiva xwe ji te re bibêjim.



08.03.2014 20:08 | nazim tolhildan

24. li gorî wêneyên min di malpera wî de dît û ger ez şaş nebim, hevalê min ê zaningeha itü'yê ye. me bi hev re xwend û ew jî mîna min avahîsaze. di bextê me de, di tirşikê de bi rastî hevdu hatin jî hebûye. ji bo min, di zaningehê de heval bû, lê di tirşikê de dijber e. bi rastî jî dinya piçûk e.



20.02.2014 19:04 | nazim tolhildan