Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paraguay] de;

2. paytexta wê asuncion e. li amerîkaya başûr, yek ji dewleta ku sînora wê ji behrê re tuneye ye. a din jî bolivya ye. weke 300 sal di bin împaratoriya hîspanyayê de ma. paşê şoreşeke bi serokatiya simon bolivar ve sala 1811an serxwebûna xwe bi dest xist. lê weke qedera hemû dewletên amerîkaya başûr, li wir jî rêveberiyeke dîktatorî ava bû. sala 1864an li hember brezilya, arjantin û uruguay kete şer. lê ji bo paraguayê şereke giran bû. him gelek erd wenda kir him jî kete bin tezmînateke giran. herwiha di şer de %90 hejmara mêran hate kuştin. bi gotineke din ve di dewletê de mêr neman. ji ber wê dêr biryarek da. li gor biryarê mêrek dikaribû gelek jinan re bizewice da ku rêjeya jin û mêran wekhev be.



29.10.2016 14:03 | nazim tolhildan