7. mijara min nû ferq kir ku gumgumok di peyama jor de derbarê min de çep û rast tiştan gotiye ye. ji kerema xwe re dîsa bixwîne ka min çi got. min tenê di dayîna zikatê de helwesteke ne samimî diyar kiriye. min got: bila mirov ne ji bo berjewendiyên xwe û tatmîn kirina derûniya xwe zikat bidin, bila ji bo menfeeta feqîran yanê ji wê helwestê ve bidin. li vir şaşî çî ye û xera kirina navê misilmanan li ku ye? |
|
18.05.2016 14:29 |
nazim tolhildan
|
2. (bnr: paradoks) |
|
16.01.2015 11:00 |
nazim tolhildan
|
1. cureyeke alikariyê ye, bi sêrî de îslamiyet û xiristiyanî di hemû olên semawî û yên din de tê pêşniyar kirin. zêdetir bi aliyê aboriyê ve ji feqîran re tê kirin. lê li gor friedrich nietzsche tişteke ne samîmi ye. ji ber ku yên ku zikatê didin ne jj helwasta alikariya feqîran ve, dibe ku ji ber ku dilê xwe rihet bikin, zikat didin. ji bo misilmanan jî, yen ku zikatê didin ne ji bo rewşa wan feqîran rihettir bikin, lê ji ber ku di rê ya bihuşt û huriyan de ji xwe re çen puanan zêde top bikin, zikatê didin. heta rewşa feqîran xem a gelekan jî nîne. kul û derdê wan ji xwe re, rê ya bihuştê vekin. yanê çi? yanê zero samimiyet... erêe, lê xwedê ji van tiştan dixape yan na? helbel na* yanê înşellah... |
|
16.01.2015 10:52 |
nazim tolhildan
|