Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara kund] de;

1. kovara li ser pirtûkê ya kurdî ya ewil e. ji hêla koma xwendinê ya qezê ve tê derêxistin. edîtorê wê umran aran e; desteya wê ya weşanê bajar mîrzeman, burhan tek, xelîl semed û vecdi demir e; redaksiyona wê jî ji hêla burhan tek û xelîl semed ve tê kirin; sêwirandin û mîzanpaj jî sadil hangul û juji tasarimê çêkiriye. wê sê meha carekê derkeve. Here lînkê

mijara dosyeya bextiyar elî. ji bilî dosyeyê beşên wek: nivîsar, hevpeyvîn, bloggerî, komên xwendinê, weşanger, bîranîn, nivîsa yekem, çîrok, helbest, serpêhatî, nûçeyên edeb û hunerê, kitêba ber serê min, taybet hene.

nivîs hinekî hûr in, fonta wê hinekî dî mezintir ba belkî baştir ba. kovar timamî rengo rengo ye; bi vî şiklî bi mîzanpaj û sêwirandina ve di qada xwe de tenê ye.

hûn dikarin ji pirtukakurdi.com'ê sparîş bikin û dîsa ji pirtûkfiroşên kurdî jî peyda bikin.
pirtukakurdi: Here lînkê



08.05.2018 00:16 | xendekî