Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selîm silêman] de;

2. Selim Silêman ku helbestvanekî Kurdî sedsala 17 yan jî 18 an e, heya ku Rojhilatnasa sovyetî M.B Rûdênko bahsa destnivîsên kurdî kir, heşkere bû ku Selim Silêman jî helbestvanekî Kurd e û yûsif û zuleyxa bi Kurmancî nivîsiye. Ji xwe aleksandr jaba, rojhilatnas û dîplomatê rûs bahsa Selim Silêman kiriye. Ew dibêje ku Selim Silêman hevdemê Şerefxan Bitlîsî bûye (sedsala 16-17) û bixwe Helbestvan û dengbêjê Mîr Şeref (Mîrê Xizanê) bûye. Ji bilî van agahdariyan, em di derheqê Selîm Silêman de xwediyê zanîneke kêm in.



Aleksandr Jaba yê ku goman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana "Camî" helbestvanê Farisî girtiye, hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina Kurdan de heye yan na? Kurdnasa Sowyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina Kurdan girtiye . Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tune ne. Ji ber vê yekê Rudenko bawerdike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke Kurdiyî serbixwe ye.



17.09.2014 14:16 | xwelî li ser