1. * rojên ku hêj nehatine
* rojên pêş me
bi tirkî: gelecek, gelecek günler
bi îngîlîzî: future, coming days
îşareta dema bê dike. lê mixabin li bakurê kurdistanê ev peyv şaş tê bikaranîn. li şûna vê peyvê pêşeroj tê bikaranîn. Hal ev e ku pêşeroj îşareta dema borî dike. rojên derbasbûyî, rojên borî...
çima wisa ye?
di zimanê erebî û farisî de em dibînin ku zerf/hoker du cure ne. di kurdî de jî bi vî awayî ye
1. zerfên cî
2. zerfên zeman
*** *** *** *** ***
1. dema ku "pêş û paş" wek zerfên cî bête bikaranîn hingê
pêş dibe pêşber, pêşber, berî (yanê bi tirkî: ön; bi îngîlîzî: front) û paş jî dibe pişt, paş, para (bi tirkî: arka; bi îngîlîzî: back )
wek mînak:
* Heso di erebê de pêşiya min rûniştibû.
* Wextê ji nişka ve hîşyar bûm, min got, kuro ev kî ye xwe paş min veşartiye.
2. lê gava ku pêş û paş ji bo zerfên zemanê (hokerên demê) bêtin bikaranîn hingê beravajî vê rewşê ye.
pêş di zerfên zemanê de dibe dema borî, zemanê berê... û herwiha paş jî dema ku hêj nehatiye jiyandin.
ji bo ku baş bête têgihîştin em ê bi çend mînakan ve rave bikin:
* kal û bavên me pêşiya me jiyabûn.
* em a niha şîvê dixwin 10 saetê din em ê paşîvê bixwin.
(bnr: pêşeroj)
|