Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca simbil] de;

1. kesên ku di navbera 24ê Tebax û 23yê Îlonê ji dayik bûne. * Ev kane têkeve her civatê û bawerî hertiştê bike. Ji ber ku xeynî vê nikare mirovan nasbike û hevalan bike. Kurmê vana yê mirov bihêrs dike, bêguman, nêrîna wan ê tîktîk e. Malnexerabo,bi carê çavê xwe dîne/biguherîne, wê kevir nebare! Piranî wekî efendiyan bin jî di dilê wan de dînîtî û qûna wan de agir û pêtî hene. Piranî bêdeng û dilkoçer û gumreş in; pir caran gut in. Dema bi we re dipeyivin, ji serê wan sed mîlyon fikr û raman derbas dibe. Başîyê xwe yê ku ji were kir, bi tevgerê we yê çûk, kane serevde bike. Her ças dilkoçer be jî dema yekî/e ket serê wê/wî, heta ew kesê reben bê erê, ewê zor bide. Di têkiliya xwe de, dixwaze bibe romantîk, lê demekî kin de ew kesî aciz dike. Nikare araqa vexwe; bextreşiya we, hun çûn bi simbil re vexwarinê. Hunê poşman bin, ji ber vê yekê bi xwe re bandekî jî bibin. Ji bo ku dema simbil vedixwe, heta bi qedeh û çetel re dipeyive, dipeyive, heta hun bibêjin bes! Ji b ovan kesan îro, ji sibê giringtir e. Carpe diem, derevê wan ê herî navdar e.



(bnr: birc)



22.01.2014 13:05 | biruya hayao miyazaki