Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [finêsgenî] de;

1. tiştê/şixulê ku bi dizî(ka)/nebaşî têkirin, ji bo armanca ew kesî perîşaniyê bikşîne.
Tiştê ku min ji bavê xwe fêm kir, ev e. keseke, wekî mînak qedeheke ya hevalê xwe didize, ku ew hevalê wî avê venexwe. erê birina wê qedehê dibe dizî, lê ji ber ku ji hêla qîmetê ve, tu buhaya wê tune ye û armanca birina wê rasterast hêsaniya jiyanê keseke diqulpîne zehmetiyê, dibe finêsgenî.

em di taştê de bûn. dayika min car din qala meseleyên xwe yên berê dikir. bavê min goştê elokan hez nake lê wê rojeke goştê elokan têxistiye li nav tirşika fasûlî û bavê min jî têra xwe xwariye û destxweşiya dayika min kiriye. piştî xwarinê bavê min jê pirsiye, ka "eva goştê sor te'ş-ku aniye?" dayika min jî gotiye "wele gew goştê 'eloka bû". bavê min ruyê xwe tirş kiriye û destê xwe daniye li ser zikê xwe û gotiye "mi zanîba ne dixwara.". Piştî vê meseleyê xelas kir, bavê min keniya û got:

- tu çi finêsgeziya hez dike law!

(bnr: finêzgenî)
(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



07.08.2017 10:50 ~10:53 | biruya hayao miyazaki