Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [instagram.com] de;

13. di van rojên karantînayê de herkes, heval û hogir, meriv û nas vîdyo û wêneyên xwe yên nançêkirinê tê de parve dikin. tê bêjî ji xelayê derketine emirdirêjno. ya ecêb gelek ji wan digotin nan ji bo siheta mirov nebaş e û dev ji xwarina nên berdabûn.



19.04.2020 16:21 | biruya hayao miyazaki

11. piştî 2011an min dev ji karpêkirina facebookê berda. hewce nake, mîna bazara sêşemê ye, her kes û her tişt li her derî ye. lê cihê xwe berda instagramê. şukir min ew jî gav bi gav ji jiyana xwe hindiktir kir, dûr xist. niha li dora twitterê ye. bêhna min ji xelkên egosantrîk teng dibe. tenê tê de rûpelên gelek xweş û kêrhatî hene ku mirov bi şopandina wan kêfxweş dibe, agahî û zanyariyên xwe pê zêde dike. tenê youtube ji wan cihêtir e. li wir nas û meriv, heval û hogir tune ye.



30.11.2019 23:39 ~23:40 | biruya hayao miyazaki

7. bihaya firotina wê 100 mîlyar dolarê derbas kiriye. ç'îşê min e!



28.06.2018 16:34 | biruya hayao miyazaki

6. du hisabên kurdî hene ku gelek kêrhatî û xweş in.

1. @wejeyacihanebikurmanci Here lînkê
peyvên ku li ber fonên xweş dinivîsînin bi xwe -reng e ji tirkî- diwergirînin. kêfa meriv jê tê.
min nuha hisabê wan a faceê dît: Here lînkê

2. @ferhengio Here lînkê
ferheng e û peyvan li fona xêzên vektorî dinivîsînin.

di van rojan de gelek çalak in. hêvîdar im ku mîna hisabên din ên kevn ên ku demeke çalak dibin lê dawiyê dev ji weşaninê berdidin. divê ev hesaban bibin kolektîv ku emirdirêj bin an na bi destekî nabe.



10.12.2017 13:44 ~13:45 | biruya hayao miyazaki