Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elektirîk îcad bû şevbuhêrk xera bûn] de;

1. berî ku kurdistan bi elektirîkê bê xemilandin kurd şevên xwe bi çîrok û çîvanok û xebroşk û stran û kilaman tije dikirin ku ji vê pêkhatinê re şevbuhêrk dihat gotin. di şevbuhêrkan de kurd qala bûyerên xwe yên dîrokî û destanên xwe yên evînî dikirin û bi vê yekê kurdiyeke pak û resen jî heya îro gihîşte me.

mixabin piştî îcada mîrata elektirîkê nifşekî tirkmancîzekirî peyda bû ku vê yekê qirbûyîna kurdî jî bi xwe re anî.

ne şev ma ne şevbuhêrk...

ne çîrok ma ne çîvanok...

ne stran ma ne strîner...

ne kilam ma ne dengbêj....

niha ez hebûna tirşikê ji xwe weke şevbuhêrkeke nûjen dipejirînim û bi vê yekê kêfa xwe tînim.

(bnr: şevbuhêrkên nûjen)



01.01.2014 22:29 | ceso