2. Pirtûka Mamoste Çetin TAŞ a "Waneyên Rêziman û Rastnivîsa KURMANCÎ" ya çapa duyemîn û berferehkirî derket(25.09.2013). Pirtûkeke di nav pirtûkên rêzimaniyan de cuda û balkêş e. Mijaran bi rengekî safî nivîsandiye. Di nava mijarê de têr pirs û mînak dane. Di dawiya mijaran de jî bi navê hîndarî têr pirsên test/quîz dayi ye. Bawer im yên ku dixwazin li ser rêzimana kurdî bisekinin, hîn bibin, xwe pêşde bibin ê kêfa wan ji vê pirtûkê re gelek were. |
|
27.09.2013 16:34 |
serxush
|
1. Di sala 1978’an de li navçeya Çildêranê ya bi ser Wanê ve ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Çildêranê xwend. Di sala 2001’an de ji Zanîngeha Suleyman Demirel, beşa “Zanistên Siyasî û Rêveberiya Giştî” qedand. Di sala 2003’an de li Enstituya Kurdî ya Stenbolê perwerdeya zimanê kurdî wergirt û di heman salê de li Wanê di Fêrgeha Taybet a Zimanê Kurdî de dest bi mamostetiyê kir û dersên rêziman û wêjeya kurdî dan. Ji sala 2006’an heta sala 2010’an li “Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî” mamostetî kir. Heya niha ji çar hezaran zêdetir xwendekar perwerde kirine. |
|
27.09.2013 16:33 |
serxush
|