2. zêrşair selamî esen di helbesta xwe ya bi navê "avîze û kulekên bêcam" de behs ji la belle dame sans merciyê kiriye. |
|
24.06.2020 02:37 ~02:41 |
tizbîkêş
|
1. helbesteke dil dilorîne, lo! helbesta john keats e. kawayê min ê hezarqelem jina bedew a dilkevir xemilandiye ser zarê min e. çavkanî: Here lînkê I çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben, Bo rû zer, tenê, bûyî casûsê serê riyan? Deryaçe bû warê pûş û pelaxan, Xwendina teyr û tûyan nema dide olan. II çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben, Bo çi wisa şepirze yî, jar û rût? ‘Embara sivoriyê tijî bû, Paleyan nan û gîha dirût. III Ez sosinekê li ser ‘eniya te dibînim, şilêrîtiya janbar û xunava tagirtî pê re; Lêbelê gulek e diçilmise li ser hinarikê te, Ku bi lez reng berdide ji xwe re. IV Ez rastî banûyekê hatim li mêrg û çîmenan, Kihêleke jinan, perîzayekê; Porê wê dirêj bû, liv û meşa wê werdekî, çavên wê, yên karxezalekê. V Min ew avête terkiya kihêla xwe ya çargavî, Roj pê ve çavê min nedît tiştekî biyan; Li serê riyan, li hêwran xwe çeng dikir, distrand Straneke cin û periyan. VI Min ji serê wê re gulwazek çêkir, Bazin jî, kembereke bêhnxweş; Wê dil berdabû min, li min dinihêrî, Jê diçû nalîniyeke xweş. VII Wê çû ji min re kokên çêjşêrîn, Hingivê beyanî, xunava gezoyê hilda anî; Bi zimanekî lap xerîb got, Ez ji te hez dikim bi can û cananî. VIII Wê ez birim şikefta xwe ya cinan, Li wir, awir kuta, axîneke kûr jê çû, Min li wir çavên wê yên melûl î kovî girtin, Wilo, bi ramûsana min re di xew re çû. IX û em li wir, li ser kevzê hênijîn, Min li wir xewn dît, lo xwelîsero, Xewna dawî bû min didît Li ser wî berwarê saro. X Min şah û mîrên rûzer jî dîtin, şervanên rûzer, reng û rûçik li gişan zer; Pêk ve gotin - “La belle Dame sans merciyê Li te girêdaye sêhr!” XI Min dît dev bi bihostekê ji hev, lêv terikî Wan ez agah kirim di hingora êvarê de, Ez jî hişyar bûm, min dît ku ez li vir im, Di vî berwarê sar de. XII Ji ber wê ye ku ez li vir dimînim Tikîtenê, wekî casûsekî rûzer î serê riyan, Her çend derçaye bûbe warê pûş û pelaxan, Xwendina teyr û tûyan nema bide jî olan. |
|
18.05.2020 02:59 ~03:02 |
tizbîkêş
|