Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwîna herikî ji bîra kê diçe] de;

3. kî ji ber çi û bi çi armancî bikar tîne nizanim lê şairê helbestê arjen arî, dixwaze bêje ku, xwîna ku av û av çûyî ya vî gelî wê tucarî neyê jibîrkirin,



''kirasek berfim vê zivistanê

kûr-kûr dibarim li Dara Hênê

ewro vebe l'me, ezmano vebe

egîdek birîndar e li vê da hanê!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê pêsîra Pasûrê

qeşa girtiye, ba lê dizûrê

şivano! bişdîne têla tembûrê

Mihmedo bêje li wê da hanê



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê dûr e ji wê de

vê de Gebar e ji min û Xwedê de...

Herakol e vir, wirtir Cudî ye

şivano, derbê cihê xwe diye!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê qeraxa Mûnzir e

Dêrsim şahid e ku doz nemir e

xwîna herikî j'bîra kê dire...

Mihemedo bêje vê zivistanê



Mi

hee

mee

dooo!



Mihemedo egîdek bênav e

ijde salî de xortek berzave

bistire, Zozan bike serhawe

qaqebxo divê, lo law me dijmin diye!''



koma dengê azadî - mihemedo : http://www.youtube.com/watch?v=zzZ8aysfV6I



16.02.2014 22:21 | endazer

1. ristek ji ristên helbesteka arjen arî ye.. yek ji xweştirîn rêzika helbesta kurdî ye..



16.02.2014 01:51 | endazer