1. navê straneka koma siya şevê ye.. li ber dilê min xweştrîn strana albûma wan ya vê taliyê ya bi navê bêyom e.. solîstê komê gökçen bi wî dengê xwe yê zîz û zirav, di derhişÎn û binhişîna mirov de çi qas êş û azar û talan û şikestin hebin hemûyan yek bi yek derdixe.. ay dilê lê, ji xwe dûr e lê bi zor û bela dem dihere bi xem û derda, li dûr menale lê tu xeyal î divê tu werî... bi zor û bela dem dihere bi xem û derda, li dûr menale lê tu xeyal î divê tu werî... carna tu diçûyî carna ez bê xatir û bê hez carina tu diçûyî carina ez bê xatir û bi lez û bez lê tu xeyal î divê tu werî... |
|
25.01.2014 16:54 ~2016.08.17 00:17 |
endazer
|