Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca dewlik] de;

2. birca min e, bi tirkî dibêjin kova burcu, min li cem xwe wek birca selikan wergerandibû, lê ne hedê min e ji ya birûya hayao miyazakî derkevim, otorîte ew e, ew çi bêje me qebûl e ;)

heta niha min çend keçik nas kiribin hemûyan bêyî îstîsna, bi roj û meh rojbûna min pirsîne, ez rebenê xwudê min digo qey dema rojbûna min hat, ji bo rojbûna min pîroz bikin dipirsin, ji kû zanim hemû bi kerrafiya birc û reml û mûncemiyê ketine, hemû bûne falbêj û remlavêj, çawa tu dibêjî kew e, dibêjin nikilsor e. li cem xwe ji bo her bircekî profîlek amade kirine, çawa te rojbûna xwe got, te di nav wî profîl û prototîpî de asê dikin, qene nahêlin tu îfadeya xwe jî bidî.



10.09.2016 05:18 | endazer