5. fîrmayeka ragihandin û birinûanîna rêwingan ya di navbera bajaran de ye.. gerçÎ êdî seferên wê yên berev zaxo, hewlêr û silêmaniyeyê jî hene, ji ber hindê carinan etîketa şîrketa ragihandinê ya navneteweyî an navdewletî jî li kêleka logoya xwe datînin.. berê ev şÎrket dema nû derketî, biçûk bû, li termînala cizîrê tenê ofîseka wê hebû û ez ne xelet rojê tenê seferek du sefer dikirin ew jî berev bajarên mezin yên wekê dîlok û stembolê, bajarên ku şêniyên cizîrî lê zêde bûn.. neyse paşê pê re pê re ev şîrket herku çû mezintir bû û herku mezintir bû fîrmayên din ku bi piranî fîrmayên mêrdînê bûn, an bi temamî derî û derebeyên xwe girtin û çûn an jî ofîsên xwe bçûktir kirin.. yanî vêga li termînala cizîrê ji 10-12 ofîsan 7-8 ofîs yên özlem cizre nuh turîzmê ne.. çawa çêbû? ji ber xwe de, li gorî mekanîzmaya Natural selectionê çêbû, an bi pest û pêkutiyan, bi mudaxaleyên ji derve çêbû nizanim û naxwazim gunehê tu kesî bixim di stûyê xwe de.. |
|
07.01.2014 05:17 |
endazer
|