9. baş e nexwe bila hinekî navê tirşikê berbelav bibe ez ê cara pêşîn reklama tirşika ku diya min di tifikê de li ser agirê êzingan çêdike bidime tirşikê.. |
|
02.07.2013 12:35 |
endazer
|
7. (bnr: megalo îdea) |
|
29.06.2013 22:51 |
endazer
|
4. ji bo her tiştekî kurdistanî an gerdûnî bi zimanê kurdî cihê serkanî û çavkaniyê.. yanî siba eger camêrek hevsarê kera xwe li derekî wenda bike divê pêşiyê di quranê de û paşê jî di vê ferhenga tiberik de lê bigere.. û wekê din divê ev ferheng bibe pira têkiliya zimanê axaftinê û yê nivîsê.. yanî hem ji zimanê axaftinê term û têgeh û qalib û biwêj û gotinên bavûkalan bibihurîne zimanê nivîsê û hem ji zimanê nivîsê dîsa term û têgînên nû yên hatîn wergerandin an hatîn deynkirin derbasî zimanê axaftinê bike.. we go erê? ê de baş e zend û bendan tev hildin û herçi tişta ji we hat xwe jê venedin.. ya ellah û ya xwudê! * |
|
24.06.2013 23:10 |
endazer
|
2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan) |
|
24.06.2013 12:15 |
endazer
|