1. Di 25.6. 1926an, li Klagsfort / Nemsa jidayik bû. Di 1952an de, nav û dengê wê derket, di dema ku li nav koma „47“ helbestên xwe xwendin. Di wê salê de, xelata komê wergirt. Hêjayê gotinê ye, ku gelek nivîskarên wê komê, bûne wergirê xelata Nobel, mîna heinrich böll, günter grass, herta müller….
Ingeborg Bachmann, di buyereke diltezîne de, ku li Îtaliya, di 26.09.1973an, li Romê hate sotan, ji ber heb dixwarin, nivist û çixara wê di destê wê de. Di 17.10.1973an, ku temenê wê 47 sal bûn, wexer kir. Lê wê gelek berhem, Helbest, çîrok û Romanek bi navê Malîna bo xwendevanên xwe, ku zor in hişt. Ingeborg Bachmann, yek ji yên herî serkeftî, di warê helbestê de, di sedsala 20an de, tête liqelemdan..
du helbestên bijarte yên ingeborg bachmannê bi wergera kurmancî ya ji qelema tengezar marînî:
Strana ji Giravekê
Yê ku bi pêş de biçe, pêdiviye kulavê xwe
Bi sedef ê, yên havînê dabûne hev,
bi berbaya porê re û bavêje deryayê,
pêdivî ye, mêzeya xwe, ya ku
evîna xwe pê dinuxumand, çemî deryayê bike,
pêdiviya meya ku di piyalê de mayî,
birijîne nava deryayê,
pêdivî ye, nanê xwe bide masiyan
û çikek ji xwîna xwe, tevî deryayê bike
giringe bizanibe, çawa kêra xwe tûj bike
û di nav pêlan de bibe,
pêlavên xwe xewr bike
dil, çengal û xaç,
li ber bayê porê geştê bikin!
Êdî wê careke din bizivire.
Kengî?
Vê pirsê neke.
Şêt
Ji peyveke deynkirî me z,
ne ji agir hatim
ez deyndarê hemiyan im, ey xweda!
Xaç bi hev hatin guhertin,
û yek ji wan nayê lixwekirin.
Bi lawazî min pesnê zorkêşiyê da
Dadweriya te û ez hizir dikim
Eve lêbuhurîn e, ez li wir bûm berya tu bikî
|