Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sarma] de;

8. li cizîrê ji vê xwarinê re pelçim dibêjin, yanî ji bo yên tên pêçandin dibêjin pelçim û ji bo yên tên tijîkirin jî dibêjin dolme, li gorî tişta ku lê tê pêçan dibêjin, pelçimê mêwan, pelçimê keleman Û pelçimê tûyan jî min bihîstiye, dîsa ji bo dolmeyan jî, dolmeyên bîberan, dolmeyên pîvazan, dolmeyên bacanê reş, dolmeyên dolmikan min bihîstiye.
ev bûn bîst sal min devê xwe lê nedaye. rojekî dema ez biçûk şîvê pelçim û dolme hebûn û wê şevê dilê min neçûyê, ji hingî ve ez devê xwe lê nadim, ji bo vê xûy û xisleta min, li malê dibêjin; daye rûyê xwe, bi tirkî ''gurur yapmak'' biçekî para rastbûnê di vê tesbîta wan de heye ;)



23.11.2016 21:25 | endazer

2. peyveke bi tirkî ye.. bi kurdî tê wateya pêçan, pêçandinê..



26.10.2013 20:07 | endazer