3. ceyrana bajarên wek şirnex, mêrdîn, sêrt, diyarbekir, batman û urfayê di destê vê şîrketê de ye. 2010an dewletê xwest ji destê xwe derxîne ji ber ku rêjeye ceyrana qaçax li vê herêmê zêde bû, tim zirar dikir. di nav 9 şîrketên teklîf ji bo îhaeyê dane, ceylan karail group bi ser ket. lê di şertnameya Îhaleyê de şertên giran yên wekê; her sal divê rêjeya ceyrana qaçax ji sala berê kêmtir be yanî eger îsal %85 be divê sala bê %60 sala bêtir %40 be. eger şîrket nekare vê rêjeya ku dewletê wek şert daye ber bicih bîne wê zirara ceyrana qaçax ji berîka xwe bide. neyse ceylan-karavîlê dît ku nikarin bi dewletê re serî pê bikin, xwe ji îhalê dan alîyekî, tabî temînata wan jî şewitî. dewletê jî rabû şertên giran yên îhaleyê sivik kirin, yanî rêjeya ceyrana qaçax ku divê ji aliyê şîrketa îhale standiye bê kêmkirin her sal wek %5-10 filan ji nû ve diyar kir û îhale jî bi awayekî da şîrketekî bi navê İşkaya doğu ortak girişim grubu ku ya karsazeke nêzî akpê,yê bi navê abdullah tivnikli ye ku par ji ber penceşêrê mir. |
|
30.12.2019 03:03 ~03:11 |
endazer
|