1. ''Berî ku em behsa cureyên penîr bikin, ez dixwazim di vî warî de bi awayekî gelemperî behsa çend noqteyan bikim. Li vir, em cureyên penîr ên ku em ê behis bikin, ew cure ne ku di civata kurdî ya klasîk de hatine çêkirin û niha jî gelek cureyên wan tên dîtin. ïro îhtîmal e ku li gor pêşveçûna teknîkê û guherîna civatê hin cureyên din jî bên çêkirin, lê di dereceya yekê de ew ji me re ne ewqasî girîng in. Ji ber ku îhtîmala windabûna navê wan û awayê çêkirina wan ne di xeterê de ne. Li piraniya navçeyên Serhedê û gelek ciyên din ên Kurdistanê, penîr li gor pincar an giyayê ku dikin navê, tê bi nav kirin. Li hinek ciyan jî li gor helandin an şikil û bîçimdanê nav lê tê kirin. Ji bilî van, ew li gor şîrê tê bikaranîn jî tê bi nav kirin. Penîrê herî normal ji şîrê biharê tê çêkirin. Ji ber ku şîrê biharê kêmrûn e. Ji şîrê madekan penîr nayê çêkirin, ji ber ku gelek têrrûn e û ne ekonomîk e jî. Penîr ji şîrê nîvgermokî tê çêkirin. şîrê bê kelandin hêvînê nagire. Li gelek ciyan dema ku şîr tê dotin, di eynî esnayî de tê hêvîn kirin. Ji ber ku germaya şîrê nû hatî dotin têra hêvîngirtina wî dike. |
|
05.09.2013 19:51 |
endazer
|