1. navê pirtûkên bedîuzeman mele seîdê kurdî ne.. ji 14 cildan pêk tê, rîsaleya ewil sala 1925an hatiye nivîsandin, mele seîd dibêje û şagirdên li ber destê wî jî dinivîsin, piştî tên nivîsandin mele seîd çav lê digerîne, xeletî û kêmiyên tê de îzale dike û dişîne ji şagirdên xwe yên li bajarên din re, zimanê rîsaleyan zimanê osmanî ye, rîsaleyên ewil bi elîfbêya erebî hatine nivîsandin, û bi destxetê hatine zêdekirin, paşê bi destûra mele seîd hinek ji rîsaleyan li alfabêta latînî hatine wergerandin û dîsa bi destûra wî li çapxaneyê hatine çapkirin..
rîsaleyên wî yên ewil li ser pirs û kêşeyên civaka kurdistanê ne, lê piştî ku dibîne li dewleta osmanî baweriya xelkê herku diçe bi tesîra pêşhateyên li ewropa û amerîkayê sist dibe, berê xwe dide meseleyên îslamî û îmanî.. pirtûkên wî wekê tefsîreka quranê jî tên qebûlkirin, lê ne tefsîreke birêkûpêk e, bi pirtûka xwe ya ''îşaretul îcaz'' dixwaze bi awayeke birêkûpêk tefsîreka quranê binivîse, lê hingî şer derdikeve û mele seîd jî bi şagirdên xwe ve diçe meydan şerr û li hemberî leşkerên rûs û çeteyên ermenî şerr dike..
di rîsaleyên xwe de gelek rexneyan li hikûmeta wextê xwe û li dewleta osmanî û li ya tirkî dike, lê gelek ji van rexneyên wî û gotinên wî yên li ser kurdan û kurdistanê ji aliyê nûrciyên ku xwe wekê mîrasgirên mele seîd û rîsaleyên nûr dibînin ve hatine tehrîfkirin..
rîsaleyên nûr heta niha ji bo gelek zimanên dinyayê hatine wergerandin lê mixabin hêj bi temametî ji bo kurdî nehatine wergerandin..
Kuliyata Risaleyên Nûr:
Sözler (Kelîmeyan/Goteyan/Peyvan)
Mektubat (Mektûbat/Nameyan)
Lem'alar (Lem'eyan)
Şualar (Şuaan/Şu'a'an)
Barla Lahikası (Lahiqeya Barla)
Kastamonu Lahikası (Lahiqeya Qestemonî)
Emirdağ Lahikası (Lahiqeya Emîrdaẍ)
Tarihçe-i Hayat (Tarîxçeya Heyat)
İşaratü'l-İ'caz (Işaratul I'caz)
Mesnevi-i Nuriye (Mesnewîya Nûriye)
Sikke-i Tasdik-i Gaybi (Sikkeya Tesdîqa Ẍeybê)
Asa-yı Musa ('Esayê Mûsa)
Zülfikar (Zulfiqar)
Siracü'n-Nur (Siracun Nûr)
Tılsımlar (Tilisman)
Asarê Bedî'iye (Eserên Seîdê Berê):
Muhakemat (Muhakemat)
Münazarat (Munazerat)
Hutbe-i Şamiye (Xutbeya Şamê)
İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi (Yahud Divan-ı Harb-i Örfî ve Said-i Kürdî) (Şehadetnameya Du Mektebê Musîbetê Yaxûd Dîwana Herba 'Urfî û Seîdê Kurdî)
|