Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heqîqet] de;

2. di kurmancî de di berdêla vê peyvê de peyva rasteqînî jî tê bikar anîn.. peyv bi eslê xwe bi erebî ye lê ji ber ku ji mêj de ye li ser zar û zimanê kurdan diçêre êdî bûye mal û milkê kurdan jî.. ji koka heqq ya ku di wateya heqî, rastî, tişta qanûnî de ye hatiye darêjin..

ji mêj de ye pkk û öcalan doz û daxwaza avakirina komîte û komÎsyona vekolîna heqîqetan dike lê eger hat û ava bû pkk û öcalan wê ew qas qurbaniyên kurdistanê yên ku bi etîketên wek ajanî û xayînî û xwefiroşiyê bi destê pkkê ji bo ku cihê öcalan yê di partiyê de bê saxlemkirin û derî û dergehê rexneyan li ber serokatiya wî bên giritin hatine Înfazkirin wê çawa binixumînin û xwîna ku pekî daw û delÎngên wan wê çawa bişûn û wê dilên xwe û wijdana xwe bi çi rihet bikin.. ji bo min cihê xem û mitale û mereqan e..



31.07.2013 23:28 | endazer