Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ibrahim halil baran] de;

179. trollên PKKê ne bes bûn niha jî yên PDKê lê hatine xezebê ji ber di meseleya mistefa selîmî de gotiye PDK nikare tenê bi tawanbarkirina ynkê xwe ji bin bar û berpirsiyariya vê kirêtiyê xilas bike. carina dema çav bi tiştên wiha dikevim dixwazim ji kurdbûnê tobe û îstîfa bikim lê nizanim herim ber destê kî?!



12.04.2020 23:38 | endazer

122. di rûdawê îro liqay nivîseka wî ya bi kurmancî hatim, gelekî kêfa min hat, ev nivîsa wî ya bi kurmancî li gorî nivîsên wî yên din ên tirkî hem bi naveroka xwe û bi hem zimanê xwe, biçekî qels e, lê gelekî normal e, ji ber ku mirov 30 salan destê xwe yê çepê bişixulîne û paşê rojekî bi destê xwe yê rastê bihese û bêje lene'l şeytên destê xwe yê rastê bişixulîne ji bo çend carên ewil wê bişerpile, gelek kêmî û kurtî wê jê çêbin, lê pê re pê re her tişt wê hel dibe û vegere ser esl û tebîet û fitrata xwe..

tiştek din ku ji bo min cihê kêfxweşiyê ye, bi kurmancî jî retorÎka camêr xurt û saxlem e!



çend têbinî li ser kurmanciya wî;



Ji wî daxwaza tiştekî sivik dikirin (şûna sivik ''biçûk'')

berê zimanê Bruno jê qut kirin û dû re jî ew şewitandin. (şûna berê ''pêşiyê'' an ''ewil'')

Hiş bin û dengê xwe nekin! (şûna hişbinê ''xwe kerr kin'')

Lê wan, guh li wan nekir û ronî ji wan belav bû. (şûna guh li wan nekir ''guhê xwe neda wan'')

gotinê xwe jê kêm nedikir. (''ji ya xwe nedihat'', ''tu gotin ji xwe texsîr nedikir'', ''bêminet diştexilî'')

Dîsa jî ji xwe derbas nebû (''nekarî bi xwe'', ''nekarî xwe ragire'', ''ser milê xwe re nebir'')

xwaşiya min tê (''kêfa min jê re tê'', ''hejê dikim'', ''bi min xweş tê'', ''bi dilê min e'')



02.09.2015 22:57 | endazer

116. bavo me jê qebûl e, bi kurmancî nenivîse, bila nenivîse, lê qet nebe bila j rûdawê bêje, ku nivîsên wî wergerînin kurmancÎ û soranî jî, yek ji kêmasiyên portala rûdawê jî ev e; bi pirranî her nivîskarekî bi ziman û zaravayê ku pê dinivîse pêşkêş dike, kêm nivîs û gotaran ji bo ziman û zaraayên din werdigerÎne..

û wekê pêşniyarekî ez ê bêjim, divê hemû gotar pêşiyê bi kurmancî û soranî derkevin paşê, bi zimanên din ên wek erebî û îngîlîzî û tirkî jî bên weşandin.. em mirov hemû sist û tembel in, ya hêsan ji bo me kîjan be, meyl Û bala me diçe ser wê..



04.08.2015 01:45 | endazer

107. xasbaxçeyê rût î bêgul ê şakiro wekê gülsüz bir çıplak bahçesi wergerandiye tirkî.. Here lînkê *



09.05.2015 03:11 | endazer

89. di rûdawê de bi navê ermeniler, kürtlerden özür dilesin (bila ermen, ji kurdan lêborÎnê bixwazin) nivîsek metrajdirêj nivîsiye.. nivîs hingî dirêj e heta min xwend û xitim kir malik li min çû mîratê.. divê vê jî bêjim camêr bi barê kerekî behsa bûyer û meseleyên dîrokî dike di nivîsa xwe de lê ji bo yekî tenê jî çavkanî destnîşan nekiriye, tu wê bêjî qey dema ew bûyer diqewimîn ihb jî li ser hespê xwe sekiniye û temamê bûyeran li cem xwe ligel hemû detayan qeyd kiriye.. neyse Here lînkê



26.04.2015 03:42 | endazer

75. çûye serdana noam chomsky an lê bûye mêhvan..

camêr alaya rengîn û cemedaniyek jî jê re biriye.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=772561482783379&set=a.252153744824158.63935.100000886025873&type=1&theater *



25.06.2014 16:41 | endazer

74. (bnr: xenim)? *

bi qasê dixweye bi xwe jî ji mêj de ye neketiye malpera şÎrketa xwe de, ji ber ku hema bêje tu lînkeka ku di malperê de hatiye dayîn naşixule, lê ji dîzayn û grafîkeriya bergê pirtûkan fêhm dike.. ji xwe mirov dema li amblema partiya wî dinêre jî mirov fêhm dike bê ka di vî îşî de çi qasî jêhatî ye..



01.06.2014 19:16 | endazer

71. .



01.06.2014 01:29 ~2022.01.13 12:47 | endazer

70. delegetiya wî ya di kcdê (kongreya civakên demokratîk) bi bersiva li jêr hatiye betalkirin; https://tirsik.net/caps/picture.php?/394/category/3 (paşê dema mirov diştexile kerên çolê yên hevsarê xwe qetandîn tên û xwe dîn û har dikin.. *



31.05.2014 23:24 | endazer

40. egoya wî ji ya ocalan mezintir e. exlebê caran tiştên rast dibêje, lê carinan li gorî bertekên bi ser de tên rişm û hevsarê qelema xwe ya şidiyayî sist dike. yek ji îslamiyên ku ''paşê bi kurdîtiya xwe hesiyane û li doza kurdistanê xweyî derketine'' ye. carûbaran xwe didewliqîne bîra xwe ya berê û fikrên xwe yên kevnik jê derdixe, lê tu kes qîma xwe pê nayîne, pişt re rexneyan li pkk-ê û li ocalan û li siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya pêgir û pabendê pkkê digire, paşê pêl frenê dike û behsa girîngiya rola öcalan ya di nav siyaseta kurdistanê de dike, filan.
yekî têra heft bavê xwe popûlÎst e yanî, yanî firşikê wî çepik, şabaş û tilîlî ne.



06.02.2014 00:28 ~2022.01.13 12:46 | endazer

17. ji devê wîkîpediyayê îbrahîm xelîl baran:

Di 1981ê de li bajarê Kurdistana Bakur Rihayê (Urfa) li gundeke navçeya Pirsûsê (Suruç) ji dayîk bu. Pistî dibistana xwe ya serî di sala 2003an de li Zaningeha Dicle ya Amedê beşa Mamostetîya Zimanê Tirkî xelas kir. Dû re salekê li ser Weje û Zimanê Tirkî li Zaningeha Bîlkent xwend.
Îbram Xelîl Baran, gava deh salî bû dest bi nivisandinê kir û digel vê yekê nivis, helbest û gotûbêjên wî di kovaran de hatin weşandin. Pê re di kovara Yom Sanat de editorî kir. Di weşanxanê de li ser pêşnumayê xebitî û bû derhênerê hûnerî. Di sala 2004an de Weşanxana Yom ava kir û li ser wêjeyê pirtûk derxistin. Di îlona 2004an de di Antolojiya Mezin ya Wiyo’yê de hate hilbijartin û kete nav helbestvanên hilbijartî.
Îbram Xelîl baran di sala 2002an de yekemîn pirtûka wî ya bi navê esmer tenli irmak düşleri (Xeyalên Rubarên Esmer) ji Weşanxana Sî derket. Di sala 2005an de jî pirtuka wî ya duyemîn nav bi sular divanı (Dîwana Avan) derket. Gellek helbestên wî hatine wergerandin û bi çend zimanan hatine weşandin.



25.07.2013 05:34 ~2022.01.13 12:49 | endazer

9. bi israr li ser bindestiya kurdan û mûstemlekebûna welatê kurdan kurdistanê disekine û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û kurdistanê hizr û pêşniyarên xwe li ser facebook û twitterê bi hejêker û guhdêrên xwe re parve dike.. hêvî heye ku bê û di tirşikê de jî hespê xwe rake pêdarê û bela xwe li dewletnexwazên kurd yên ji her derûdorekî bide..



24.07.2013 23:33 | endazer

5. dîwaneka wî ya helbestan bi tirkî bi navê sular divanı di sala 2005an de ji nav weşanên yomê de derketiye heye.



24.07.2013 21:18 ~2022.01.13 12:47 | endazer

4. nivîskar û ramanwerek kurd e û. ji perspektîva azadî û serxwebûna kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan li her rûdan Û bûyereka li dinya û kurdistanê diqewime dinêre û şirove dike ji ber hindê gelek caran bertekên kurdên asîmîlebûyî an entegrebûyî û yên çepgir û rastgir û îslamîstên tirk dikişÎne ser xwe.. ez bi xwe pişta hema bêje her gotinek û fikreka wî digirim lê nizanim ji ber çi gelekî zêde ji xwe bawer diaxive û dema derheqê tiştekî de diaxive wekê ku yekane otorÎte ew e qet îhtîmala şik û îtîrazekî jî bernade. mixabin di nivîsên xwe û parvekên xwe yên li ser twitter û facebookê de bipiranî zimanê tirkî bikar tîne. carinan li ser facebookê derheqê hind peyvên kurdî de xebatên xwe yên etîmolojÎk parve dike ku piraniya etîmolojya van peyvan şaş in û tu esl û feslê wan ê rastiyê nîne. carina jî wekê kurdên nû bi kurdîtiyê hesiyayîn û divên tiştinan bikin nivîsên gelekî hişk û tûj û req dinivîse.



24.07.2013 21:16 ~2022.01.13 12:43 | endazer