Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin] de;

10. dibêjin pale qels e hêncet das e, min hêj kurdek nedîtiye gotiye facebook an twitter bûye cihê faşîst û nizanim çiyan ez ê dev jê berdim, lê dema mesele dibe tirşik herkes ji milê xwe ve tiştekÎ dibêje, yek dibêje bila kes nebêje dewê serokê min tirş e, yê dî tê dibêje ez yekî zêde hesas im divê herkes zimaneke sterÎl bikar bîne heyna dilê min li hev dikeve, yê dî dibêje, ez rexneya li ser cihÛ û îsraîliyan qebûl nakim, ya dîtir dibêje tirşik bûye qehwexaneya mêran.. ya ecêb pirraniya van kesên ''mizmizok'' dema mijarên cihê guftûgoyê di tirşikê de vedibin, tên li jêr mijarê kerba dilê xwe vedikin û tirşikê dihêlin diçin ser twîtter û facebookê, destê xwe li tiştekÎ nadin..

kes ne mecbûr e rêz û ihtiramê ji tu kesî re bigire, piştÎ ku çêr û heqaretên rasterast ji tu kesî re neke, di tirşikê de kî çi dixwaze dikare binivîse, eger em li gorÎ nirx û hêjahiyên filankesan herin em nikarin devê xwe ji hev vekin.. ji xwe ya ku ferhengên înteraktîv dike ferhengên înteraktîv fikr û nêrîn û zanyariyên subjektîv in, îma ne, qerîne ne, îronî ne, henek in, teşbîh in, metafor in, argo ye, biwêj û gotinên kesanedî ne..



(bnr: formata tirşikê)



10.05.2015 16:56 | endazer