Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hilweşînên kana komir yên li şirnexê] de;

3. ya yekê ne ku manewrayeka siyasî tê de hebe, kesî haj mirina kesî nîne, yanî kes li ber tu kesÎ nakeve, meseleya somayê çima ev qas mezin bû û deng veda ji ber ku felaketeke mezin bû û tê de xemsariyên mezin hatibûn kirin filan, muxalîfên akpê anku bereya antî-akp xwest teyyîbê ku nekarîn bi riya protestoyên gezî bişikînin, bi riya protestoyên somayê bişikîne lê dîsa nekarîn.. zanin ku ji êş û mezdûriyeta kurdan tu tişt bi ser bêjinga wan nakeve ji ber wê hîç xwe nayêxin bin vî barî de.. piştÎ çend rojekî li çend kanên din ên li bajarên tirk ên wekê zongoldakê filan jî teqîn çêbûn lê tu kesî qene behs jî nekir..

yanî bes bigirîn û edebiyata mexdûriyetê bikin û dilê tirkan bi xwe bişewitînin, xwe ji kompleksa bindestiyê xilas bikin, bes bêjin li somayê sed hezar kes derketin qadan û nizanim çend hefteyan ser ji rojevê neket, lê kes behsa teqînên li kana şirnexê nake, tabî wê neke oxlim, we çi zû ji bîr kir, tirk welatiyên eslÎ yên dewleta tirk a dagirker û koledarê kurdistanê ne..

neyse rehma xwudê li yên çûyî be, xwudê gunehê wan efû bike û cihê wan bike cinet..



12.06.2014 00:22 | endazer