Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mutlu çiviroglu] de;

1. nûçegihan, rojnameger û analîst û raporter û kolomnîsteke kurd e, wextekî di radyoya dengê amerîkayê de dişixulî, hê jî dişixule an dev jê berdaye baş pê nizanim.. serê her du sê rojan carekî li ser malpera înternetî ya rojnameya radîkalê li ser bûyer û pêşketinên li rojavayê kurdistanê nivîsên wî derdikevin.. di pênaseya xwe de dibêje di cnn û bbc û al jazeerayê de jî dinivîse, lê hê liqayî nivîseka wî ya di van rojnameyan de nehatime..

nivîsên wî bi piranî serkî û sethî ne û ji devê xelkê ne, yanî bi nivîsên wî mirov nikare bi temamî serwextî aura û atmosfera siyasî û civakî û eskerî ya rojavayê kurdistanê bibe..

berê li ser facebookê di koma zimanê kurdî de bi çalakî beşdarî nîqaşên derheqê zimanê kurdî dibû..



21.05.2014 02:30 | endazer