4. demekî ez û mamê xwe em li çûbûn mêrsînê mêvandariyê.. axirê danê êvarê em derketin ji derve ji bo hinekî bi ser xwe bigerin.. me dît ku li serê kolanê bazar hatiye danan mamê min got ka em serekî li bazarê bidin tiştinan bikirrin destvala venegerin bi ser malê de.. axirê em hatin ber dezgeh an tebleya firoşkarekî ku sewze û fêkî difirotin.. mamê min bi tirkiya xwe ya çelexwehrî jê pirsî -senin kırmızı domateslerin kaçadır? zilam cara pêşîn fêm nekir paşê min sererast kir û jê pirsî bê ka buhayê bacanên sor bi çi ne?.. (bnr: kırmızı domates).. (bnr: peyamên bêhnbîranîn) |
|
12.07.2013 16:33 |
endazer
|
2. (bnr: kendime oturuyorum) dema tu ji amediyan dipirsî tu çi dikî? vê bersivê didin.. yanî ji xwe re rûdinim.. ji xwe piraniya devoka tirkî ya amedê eslê xwe ji kurmancî standiye.. ne tenê peyv hatine wergirtin herwiha gelek rist û qeydeyên rêzimanî jî ji kurmancî hatine wergirtin.. |
|
12.07.2013 14:29 |
endazer
|