52. Rêzefilma ji bo berhevbuna beșan ez a niha lê temașe nazım. |
|
02.08.2017 19:51 |
azadixwaz
|
34. rêzefilma wê sezona wê ya şeşemîn weke hatî plankirî di 24 avrêl 2016ande destpê bike lê pirtuka li gorî wê tê çêkirin wê dereng bikeve loma pêşeroja wê ne gelek aşkere ye. pirtuka şeşemîn, "bayê zivistanê" wê dereng were weşandin ji ber ku negihaye. ser xêrê. |
|
09.01.2016 23:14 |
azadixwaz
|
33. Rêzefilma min ji dil nehiştinê guhdarî sezona dawî nekirî. Beriya du-sê rojan min xwest ez guhdarî bikim. Sax be ji ber komputera min a jiyan li min herimandî; toshiba w30dt-a-104 min nekarî guhdarî bikim. Serî de min utorrent daxist, dû re ji zamunda.net game of thrones. Helbet evqas eziyet ne bes bu, min ji divxplanet binnivîs daxist. Min ceriband ku ji maxezaya komputerê bernameyekê daxim lê helbet nebu, dû re bi xeletî winamp û paşê jî winzip. Paşê min dît ku bi bernameya vîdeo-lêxistinê ya komputera min a hêja mu nikare binnivîs bikar bîne. Heta wê demê bubu nivê şevê û min dev jê berda. Heta careke din înşileh. |
|
06.09.2015 16:23 ~16:24 |
azadixwaz
|
32. Rêzefilma min hê jî beşên sezona dawî temaşe nekirî, li min biborin, poşman im. Ya rast plana min ew bu ez ji serî destpê bikim, lê nebu. Loma ev beşên nû jî man li wir, bê xwey... Hinekî jî dil nahêlim guhdarî bikim, ya rast. |
|
08.07.2015 00:49 |
azadixwaz
|
30. şikir ji xwedê re wê 12ê mehê dîsa destpê bike. ser xêrê li hemu dinyayê. |
|
07.04.2015 22:28 |
azadixwaz
|
22. rêzefilma ez hatim dawiya wê. xwedê ji yê çêkirî razî be, baş bu, wext borand. weke din kesek heye bizane ka sezona pêncemîn kengê desptê dike. |
|
22.09.2014 20:55 |
azadixwaz
|
21. rêzefilma min wexteke kinde sê sezonên wê xilas kirî û dest bi ya çaremîn kirî. ne xerab e, heta baş e jî lê ne bawer im ku heq bike ji imdbê 9.5/10 bistîne. |
|
12.09.2014 21:12 |
azadixwaz
|
19. rêzefilma min nû destpê kirî, ji xwe ezê nekarim deh rojan zêdetir guhdarî bikim lê beşên pêşîn ên sezona pêşîn nabe sedem ku dev jê berdim. ne ewqas bêhempa be jî kêrî guhdarîkirinê tê. ya li min seyr hatî ew e ku 9.5 puan ji imdbê standiye, bawerim beşên pêş de wê gelek baştir be. |
|
03.09.2014 00:13 |
azadixwaz
|