Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di nav bajêr de 75 km rêya bisiklêtê] de;

3. tişta ku li konyayê hatiye çêkirin. him jî ne 75 km, tam 240 km rêya dûçerxeyê hatiye çêkirin.

ma çiyê me ji konyayiyan kêmtir e. em mane dereng jî ..



http://tinyurl.com/owznk9u



03.04.2014 01:21 | brusk56

1. projeyeke şaredariya bajarê mezin a amedê ye.



beriya hilbijartinê de li ser bilboardan reklam û danasîna vê projeyê hatibû kirin.

înşallah di demek kurt de despî çêkirina vê projeyê bikin. ez bi kelecan bendê me. ji ber ku aniha di nav bajêr de, bikaranîna bisiklêtê gelek zehmet û bi talûke ye. trafîk zêde qelebalix e û ji xwe tu kes te di trafîkê de nahesibîne.

erdê amedê rasterast e. mirov dikare di nav saetekê de bi bisiklêtê, ji serê amedê here binê amedê û zêde neweste jî. lê di van şert û mercan de ev yek hinek zehmet. lewma jî zêde kes bikarnayne. heta mirov dikare bêje ku rêjeya bikaranîna bisiklêtê gelek kêm e.



lê ger ev proje bê çêkirin wê kesên bisiklêtê bikartînin, gellekî zêde bibe. bi vî awayî him wê gel werzîşa xwe bike û him jî beyî qirêjkirina derdorê wê bi belaşî rêwîtiye xwe bike.



03.04.2014 00:17 | brusk56