Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin] de;

1. nivîskarên ecêb in. bi rastî jî qet nikarim wan fêm bikin.

yaw ma herkes mecbur e wek we bifikire ? ez bi xwe ji akp û akpiyan nefret dikim. ji xwe akpiyên kurd bin, dikarim wan bikujim. lê bi xwe min dixwest ew jî li van deran hebin û bên bersiva rexneyên me bidana, wan jî me rexne kiribana.



di tirşikê de hin kes tên dibêjin wele ev der bûye cihê dijminên pkkê ez êdî nayêm, yê din dibêje em nikarin li vir rexne li pkkê bikin hemû bûne apocî nema têm li van deran. yek dibêje herkes dijminê îslamê ye ya din dibêje hemû tirşikvan dijminê îsraîlê ne nizanim çi ...



tirşik dema ji her fikrî mirov hebin wi bibe tirşik. dema ji her alî miov hebe wê demê wê xwendina tirşikê biwate bibe. li vir herkes dikare herkesî û her tiştî rexne bike û ji herkesî re bersiv bide. ev der cihê şerê fikran e. li ser înternetê bi sedan malperên alîgir hene. tu li hinek malperên kurdan dinêrî di derbarê pkkê de hezar tiştên nebaş hatine gotin û yekî din dinêrî ji pdkê re dijûn hatiye kirin. ferqa vê malperê jî ev e. ev malper platforma ku hemû alî dikarin lê binivîsin û hev rexne bikin e.



û dema yekî bê û di derbarê fikrên ku tu diparêzî de tiştên nebaş dinivîse, çima şûna tu bersiva wan bidî tirşikê diterikînî ? yanê tu dibêjî ev nivîskar çima wisa difikire nexwe ez êdî nayêm vir.

nexwe ji ber dijminên xwe dev ji axa xwe jî berde. bêje ev der bûye cihê faşîstan û dinyayê jî biterikîne..





29.03.2015 11:26 | brusk56