12. her çiqas paşnavê wî bingöl be jî ew ji vartoya Muşê ye. Li enqerê dijî û mamostetiya zimanê îngilizî û wergêriyê dike.
stranbêjekî ciwan e û bi kurdî mûzîka blues çêdike. lê ji bilî vê bi zimanê tirkî, erebÎ û ermenîkî stran goti ye. Ji bo niha gelekî navdar nîne, lê di pêşerojê de ew dê gelek bê nasîn. Lewra him helbestên xweşik dinîvîse û him jî wan helbestan dike stran û dibêje.
bi saya hevaleke xwe min ew nas kir û çawa ku min guhdariya wî kir min gelek eciband. wek stranbêjên serhedê yên din xwedî dengekî zelal e.
waye straneke wÎ ya ku gotin Û muzîk ya wî ye.
XWE KER KE
Her tişt ji kîsê me
Çi dixwazin ji me?
Xwe ker ke
Ber me danîn kevir
Kevir ji me girantir
Xwe ker ke
Ziman ji me stendin
Me tew bê av hiştin
Xwe ker ke
Nakin sîr û pîvazekî
Xwînî ne bi gelekî
Xwe ker ke
Bes e ji destê we
Qêrîn ji me diçe
Xwe ker ke
Hiş, xwe ker ke!
yên ku dixwazin der barê wÎ de gelek tiştan hîn bibin dikarin li ser malpera wî bi 5 zimanan (kurdî, tirkî, îngilizî...) wî bişopînin.
www.ercanbingol.com
|