1. bişar lawê çeto yê serokê êşîra Pencîran ji sêrtê .dema şerê cîhana yekê mîn de, di navbera êşîra wan û serokê êşîra elikan êmê gozê de şerê deshilatiya heremê dest pê dike.bişarê çeto di şer de êşîra elikan tek nabê û ji dewleta osmaniyan alîkarî dixwaze û tevlî hezên osmaniya dibê .di şerê cîhana yekêmin de wekî mîlîs di artêşa tirka di şerê li enîya îranê de te kûşti
li ser wan kesayêta haya niha gelek stran li aliyê dengbêjan de hatin gotin
yek ji wan
BIŞARÊ ÇETO
”Bisarî kire gazî û got:
Emo lawo were rayê!
Heger tu têyî rayê, were rayê,
Heger tu neyê rayê,
Qesem dikim bi nave Xwedayî!
Min hanîye vê sibê alaya hikumetê!
Bi Cemîlê Biro, Alîyê Yunis
Qewmê çiyê û canbêzarê Deşta Mûşe!
Ma tu mar î, ku bi erdê ve bidebirî?
Tu ne çûka ezmanî, tu bifirî!
Qet û billeh çi felata te tune ye,
Ji nav dest û lepên min e!
EMÊ GOZÊ
Emo bersivê dide û dibêje:
Bişaro lawo!
Ez Emo me,
Emê Gozê me,
Ez berxê dê, beranê bavo me,
Ez qisasê sere mêrê çê me,
Tu dizanî ku kuştina min heye,
Lê tucarî reva min tune ye!
Letê bi milletê!
Pêr û mêzînê me,
Derketin ji qubletê
Şewq û şemala xwe havêtin
Benda Bênderê
Şewqa bavê Şemseddûn e!
BIŞARÊ ÇETO
Bisar dîsan bangê dike, dibêje:
Emo! Ez Bişar im, Bişarê Çeto me!
Tu dizanî ku xelasîya te ji dest û lepên min tune ye.
Gozê
Dêya Emê Gozê bang dike û dibêje:
Emo lawo!
Tu vê sibê rabe,
Derbekê berbide li bejn û bala Bişarê Çeto
Bînbasîyê Romê pê re!
Herçî nefîram e,
Çavên malîya wan li rêya wan e,
Ew gune ne!
Heger tu vê sere sibê ranebî
Derbekî bernedî li bejn û bala Bişarê Çeto û Bînbaşîyê Romê pê re,
Bila ji heft rojan vê de,
Şîrê pêsira min,
Li te jehr û heram be!
Zîyareta Qolî Babê, Şehîdê Zewê
Tevde bi urd û ocaxê te vebide!
EMÊ GOZÊ
”Emê Gozê bi sê dengan dike gazî û dibêje:
Gozê lê dayê!
Ma tu nizanî ku ez Emo me!
Emê Gozê me,
Berxê dê, beranê bavo me,
Min sondxwarîye bi sonda Qesemê!
Ku kuştina lawê te Emo heye,
Lê reva wî tune ye,
Heger tu bawer nekî,
Vayê ji te re lingên min,
Li qeydê ne!
Destên min li kelemçê ne!
Û hûstîyê min, letê ye!
Û heger tu dîsan bawer nekî!
Vayê mifta qeydê di birca odeyê de
Di bêrîya saqoyê xalê min yê Hesenê Osmanî de ye!
EMÊ GOZÊ
Em dîsan lê vedigerîne û dibêje:
Bişaro! Ez Emo me, Emo!
Emê Gozê me,
Ez neyê zirt û forta me!
Here zirt û û pollên xwe
Bike li kêleka tola jina xwe!
Ma tu nizanî ku li ba me,
Gava şer û cenga giran be,
Ku wekî li şahîya dawetan
Bi heft û def û heft zûrnan”
…
BIŞARÊ ÇETO
Bisar bangê dike û dibêje:
Emo! Tu têyî were rayê, were rayê,
Heger tu neyî rayê,
Ez dê Qesra Baxemsê Alîkê jêrîn, têxime kadîna kayê … ”
|