Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li xwe baş binêre] de;

1. gotineke tirkmancî ye. ji gotina "kendine iyi bak" rasterast hatiye wergerandin.



li zimanê tirkî lêkara "bakmak" bi 2 wateyan tê bikaranîn.

1) nihêrîn

2) hay jê hebûn, xwedî lê derketin, lê miqate bûn



li vê gotinê mebest bikaranîna wateya duyem e.

heke ku tu ji kurdeke ku tirkî nizane re bêjî "li xwe baş binêre" dê biçe rahêje neynikê û li rûyê xwe binêre.

ji bo rast bikaranînê mirov dikare bêje "hay ji xwe hebe" , "li xwe miqate be"



(bnr: bi tirkî fikirîn bi kurdî gotin)



15.04.2014 20:26 | oxir