Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferîd xan] de;

6. birînekê bide min)



birînekê bide min

bila ne ji enqereyê be

ji kêrê

ji gulleyê

bila derba kuştinê be



birînekê bide min

bila ne ji tehranê be

ji dojehê

ji xezebê

bila derba şewatê be



birînekê bide min

bila ne ji bexdayê be

ji hovîtiyê

ji bêbextiyê

bila derba tunekirinê be

birinekê bide min

bila ne ji şamê be

ji qezayê

ji belayê

bila derba dînbûnê be

(ji pirtûka kilîpa marên birçî,r,115)



06.10.2013 14:57 | tivirloismail

5. xwediyê xelbasta bêhempa yara nebûyî ye,ku we ev helbest nexwandibe xwelî serê we be.



06.10.2013 14:52 | tivirloismail

1. helbestavanekî kurd ji gimgimêye .xwediyê pirtûka "klipa marê birçi'ye" .ez mam di hêviyê de bila ev camêr her û her binivîse .rebbî çi helbestê hêja û xweşik bûn.belê ez dizanin nirxandin wiha çênabe lê ezê li ser vî camêrî tiştekî binivîsim.min ew ne li ser facebook'e dît ne dereki din hebe ji min re navnişana wî rêbikin, ji kerema xwe re.



26.07.2013 22:16 | tivirloismail